Tirkî  |  Erebî

serok2Zewicandina di civaka me de ji sedî not-not û pênç çanda êrîş a (tecavûz) rojaneye. Marks dibêje ‘ol efyone’ ez jî dibêjim ‘zayendîtî efyone’ .

Min bi keçan re ev mijarê pir niqaşkir,

heta min wan hilda gel xwe, bi mehan min bi wan re ew mijarê niqaş kir . Heta azadbûn nebe ti tiştek çênabe. Ji wê re evîn jî dibêjin. Bila şaş neye femkirin, evînê biçûk nekim. Her wiha evin tişteke mezine, ewqas ne hêsane. Di serdema Navinde çîrokên evînê yen mîna Kerem û Asli, Ferhat û Şîrîn li holêne. Ferhat çil sal çiya kûn dike disa jî nagêje evînê. Evin tişteke hêsan bûya di Serdema Navînde wê serkeftîbûya. Her wiha, evin niha hîn dijwartire. Çapemenîyê, evîn hîn girantir kir. Ez ji keçan re vê dibêjim; hûn azadi tercih dikin, an çanda tecawizê? Ez ji keçan ra, dibêjim ku mejiye xwe bi dayina zilamekî re hûn azad nabin. Heman tiştî ji bo zilaman jî dibêjim. Hûn xwe ji jinekî rizgar nekin hûn azad nabin, ti tiştekî hûn bi dest naxin, hûnê sernekevin. Mejûyen we heta ku bi azadiyê gerû nebe hûnê nikaribin wê pêk binin.

 Bi rastî pirsgirikê jinê pirsgirika desthilatdariyê ye. Finansa kapîtal mirovan dixapine. tekel wisa cîhane birêvedibe. Di cihanêde ti hêz xwe ji tekelan nikarê rizgar bikê. Ji vir   bi derketina rê va qala pirskirikê jinê ji bikim. Wê xebat bikin ku   we bi pere pûl, bi jina bixapînin.Her wisa bi wî rengi dixwazin ku xeta xwe bidin rûniştandin. Fînansa kapîtal, di we watede jinê bi erjeng bi kar tine. Hemû reklam bi tevahî li ser jinê hatine avakirin.Mantiqa desthilatdariya fînansa kapîtal li ser ya hûne girêdayî wê desthilatdariyê bin yan jî hûnê bimrin hatiye avakirin.bijartinekedin nasnake. Zayendîtîya jine wekî amûra wê desthilatdariyê bi kar tînîn.

   Faşîzma heri kevin,herî êrîşkar, nêzikatiya zilam a li himber jinê ye. Ji ber wê dibêjim, lewre divê min rast têbigihêjin. Nêzikatiya min ji jin re bi tevahî di bingehê azadixwazîdaye. Qasê ji bo vî gelîye, ji bo jin jî wihaye, heta ji bo zilam jî wihaye.   Xwe baş naskirin û salixdan pêwîste.Ku azadi tunebe nabe tişteke naye nikaşkirine, lê azadî,rewşeke mejî û giyaniye. Mirov bi hestê xwe xwe naskirin, ramanê xwe re serwer bûyîn û tiştê dixwaze jiyan bike divê nasbike. Azadî eve. Min ji keçan re tim ew digotin. Ji bo wê heke dibêjin azadiya jinê di vê bingehê ve bila nêzî min bibin. Ku wê hezbikin bila wiha hezkin, an na bila vala xwe newestînin. Ku wê werin bila vî bingehîde werin.

   Ji ber nezîkatiyên min têkildarî jinê de pir erîşî min kirin.Ez bi jinêre di bingehê azadîyêde jiyan kir,ez ê jiyankim. Wa ye mînaka Osman hûn dibînin. Ji wan re gotin‘ emê pere,jina bidine we’   dolara xistin kurkê wan, hinî pere kirin. Ev, birastî ev peyameke bîrdoziye. Vêna vala nakin. Eve ji tera ciyek ku ti jiyan bikî. Falan dibêjin. Ev, bi rastî xêzeke.Wekî hûn dibinin wan a hevkar hildane gel xwe,ew bi me jî kirin. Lê çi dibe bila bibe li Şamê ji keçan re jî min ew digot. Her tim di bingehê azadiyê de jiyan bikin. Min digot di vî bingehê de nêzî zilam bibin.Di vê mijarêde ez rexne dikirim, ez jî zilamekîm, xwe ji min jî biparêzin. Min digot Xwe ji va eleqetan, ji va zilaman biparêzinMin di rojnamêde xwend jinek ku bijîşk bu ji bo zilamê xweyê leşker dixwaze veqete bi duwazde fişenga hatiye kûştin. waye finansa kapîtal, ji jinêra vê dibije. ‘An ji desthilatdariya min re sedî sed tê girêdayîbe   an jî sedî sed tê bimrî’. Zewicandinê di rojê meda ji sedî not û pênc tecawize,Jin her roj rastî tecawizê ten.Di nava çandek tecawizkar ya wisa dene ne giyanê jinl, ne mejûyê wê zexm dimine, ne feraseta xweşik bûna wê dimîne, ne jî   evîna hezkirina wê û evîna wê.

     Finansa kapîtal, redkirina mirovatiyê ye. Finansa kapîtal, li ser zayenda jinê ve li ser civakê serdest bûye.   Pirsgirêkek   pênc hezar sale û   li   himber vî bihişmet (görkemli) berxwedaniya jinê heye. Lêbelê wê çawa bê jiyankirin divê baş be tegihiştin, di vê bingehê de dibe xwe baş be naskirin.Di bingeheke azadîxwaz de bila nêzikî min bibin. Ez bi jinê re bi tevahî dibingeha azadiyê têkildarbûm.Qasê ji bo jinê be, ji bo gel û zilam jî xeta azadîxwaz divê esas be. Kapîtalizim bi vana serdestiya xwe pêk tîne. Bi vê li ser jinê, li ser civakê dibe serdest. Min gotibû sê S; seks, huner, werzîş. Her kes bûye futbolkar, bi futbolê radizin radibin. Bi navê hunermendiyê her roj keriyek mirov derdixinin. Kî bi kêreye ne diyare, bi wan tiştên digotin mankên, magazîn vê dikin, ji vê re jî dibêjin huner. Ev ne hunera rasteqîne. Her roj keriyek tiştên neguncan dikin, ji navê wê re jî dibêjin hezkirin, evîn. Di wan de mirovahî, giyan nemaye.   Wa roja evînê, roja hezkirinê îlan kirine. Bi finansa kapîtal mirovan tînin vê rewşê. Fînansa kapîtal, ji bo jinê têxe bin kontirolê zayendîtiya wê bi kar tîne. Wê çawa evîndar bibe, wê çawa jiyan bike heta wê çawa bi hev şabûnekê bike hemûya yekawa dike. li ser jinê re desthilatdariya civakê ji xwe re armanc digire. Reseniya te cûdahiya te nasnake. Ez çawa destnîşan bikim tu yê wisa be, dibêje ku ji sedî sed tê di destê min de be. Li hember Finans kapîtal bi feraseteke dijî pawan dikare bê birêxistinkirin. Jin jî dikarin di nava vê rêxistinê de cih bigirin, divê bigirin. Azadiya jin pir giringe, heta jin azad nebe civak azad nabe. Di bingeha azadiyê de divê karê xwe berdewam                             bikin.

       Ji bo jinan wê dibêjim; jin pênç hezar sale hatiye kolekirin. Di dema derbasbûna pergala hiyerarşiya xwecîh jin anin rewşeke koletiye. Berê di dema Sûmeran de jina fahîşetî dikirin. Fahîşetî jî di wê demê de pîşeyek   gîrîng dihat dîtin. Ji pênc hezar sal berê de jin bi temamî hatin kolekirin, azadiya wan ji destê wan hate girtin. Hûn dizanin di Sûmeriyan de perestgehên   jina hebûn.   Ew perestgeh jina bi xwe ava kiribûn û cihê wan yê pîroz bû. Qezenceke wan yê giring bû. di van perestgehan de jina perwerda xwe berdewam dikirin, bi her cureyî   perwerda xwe didîtin. Heta zilam dihatin ew temaşe dikirin. Piştî wan zilama ev cih veguhertin kerxana. Piştî wê   dîrokê şûnde jin wek xwedawenda diketin perestgehan, wek fahîşa derdiketin. Hemû hêjahiye jin ji destê wê girtin. Musa, tiştek neda jinê. Di Îsa de rewşa   dayika Meryem hûn dizanin. Di Hz Muhemed de rewşa Eyşe li holêye. Hz. Eyşe, piştî ku desthilatdariya zilam bi kûranî femkir wisa dibêje: “ şûna ez weke jinekê hatibama cîhanê xwezî ez wek kevirekî hatibûma cîhanê”.

   Kapîtalizmê jî tiştekî nû nedaye jinê. Jin di hemû alîya de hîn behtir dorpêç kiriye. Kapîtalizmê jin kole kiriye. Keda wê dixwe, ramanê wê, bedena wê,hemû tiştên wê jê dixwe   jin vana zêde fem nakin, li himber vana dernakeve.   Ji bo fehm kirina wê nerîna li rojnameyên rojana bes e.   Rojnama rojekî binehêrî gelek tecawiz, gelek kedxwarî, bi qasî cîhanê tê pirsgirêkan bibine. Dema ez di rojnama de jina dibinim tenê dikenim û derbasdibim. kapîtalizim jin jî dorpêç kiriye. Ev dorpêçkirin hîn ji pênc hezar sal berê dema Sûmeran de wek kevneşopiyek biveguhrtina berdewam dike. di destana li ser Sûmeriyan de ev pir vekiriye. Pevçûna jin û zilam tîne ziman.

       Zewicandin bûyereke erjenge! Pênc hezar sale jin bi çanda tecawizê jiyan dikin, bi şev û roj li rastî tecawizê tên. Min jî demekê ezmûna zewicandinê jiyan kir. herî zêde min deh sala li berxweda. Berî niha di heqê çanda jin û tecawizê de tiştê min gotibûn bûka aştiyê Pîppa bûyera wê jî rastkir ne wisa? Kirasê bûkaniyê ê spî li xwe kiribû ne wisa? Di rastiyê de   ne kirasê bûkaniyê kefen li xwe kiribû. Ev bûyera ku hat jiyan kirin weke nîşane ez rastderxistim. Ew tenê bûyerekiye, her roj du qatî wê bûyer tên jiyan kirin û her roj du qat tecawiz tên jiyankirin.   Bi wê sedemê ez Pîppa yê jî bîr tînim. Wê axaftina xwe ez diyarî wê dikim. Ji vir bang li hemû jina dikim. Baweriyê bi zilam bawer neynin, bi xwe sepandina hêza xwe ya cewherî bi rêxistin bibin û xwe bi parêzin, an jî hûnê bibin xwarin. Hebûna xwe yî bedenî û giyanî bi parêzin. Azadî di hebûna fîzîkî û giyanî de derbas dibe.

   Nivîskarê pirtûka netewa mêtîngeh jin tiştên nêzî ramanên min dibêje, ji bo jinan   mêtingeha netewî   dibêje. Ez tam wiha nabêjim,ez dibêjim jinên netewa dagirker ya yekê û ya dawiyê. Jin, li gor min nîjad, netewa herî dawiyê ya hatiye mêtîngeh kirin. vê mijarê di paraznamê xwe de pir vedikim. Têgîna min ya netew ne di wateya têgîna netewa ku hûn dizanin de ye, têgîneke hîn firehtire. Ez jinan jî, hawirdorparêza jî wekî netew dinirxînim.

  

 

Kategori: Reber APO