Tirkî  |  Erebî

serokWekî ku di hemû zanista de heye, gotina hevokên di peyvên zilam de ku behsa jinê dike ku mohra xwe li zanista civakê jî xistiye, bi nêzîkatiyên propagandatîf ku qet dest nedaye rastiyê tijiye.

Statuya rasteqîn a jinê bi wan peyvan eynî wek dîrokên şaristanî ku çîn,kedxwarî, pelçiqandin û êşkencê çawa serdigire, dibe çil carî serdigire. Li şûna femînîzîmê têgîna jineolojî yê (kadin bîlimî) armanca wê hîn baştir pêşwazî dike. rastiya ku jineolojî   derxîne holê her hal pir beşên ,teolojî, eskatalojî, polîtîkolojî,pedgojî her wiha, lojiyên têkildarî sosyolojiyê   wê hindik para rastiyê hilnede. Nîkaş li ser naye kirin ku jin di xwezaya civakî de hem wek fîzîk hem wek wate beşa herî berfireh çedike. Wê demê, ev perça xwezaya civakê ku evqas gîrînge çima   nebe mijara zanistê? Sosyolojiya ku heta pedagojî wekî perwerda zarokan hatiye bibeşkirin nesazkirina jineolojî, ji bilî peyva zilamên serdest bi tiştên didin na ravekirin.

 

Tiştên bi destên mirov tên ava kirin, dikare bi destê mirov bê xerakirin. Li vir ne zagonek xwezayî, ne jî qederek mijara gotinêye. Tişta dibe mijara gotinê tora zilamên bi hêz û qurnaz, pawanên bi penceşêr û destê wan ê hormon ê jiyana rêk û pêkirinên ku hilweşin. Di gerdûna jiyanê de cotê herî bi balkêş ( qasî tê zanîn ) kûrbûyîna livevhatinê min herdem bi kûranî hîskir. Pêşî bi jinê re hizirandin, li ku derê, kengî, çiqas xirabî hebe niqaşkirin û giringiya derbaskirina wan danîna pêşiya hemû têkiliyan min wêrekiya wê destnîşankir. Jina ku tenê bi hêz, dihizire, baş, ya       xweşik û rast bîryar dide, herwiha dema min derbas dike ku heyran dihêle û ya bibe muxetebê min, bê guman kevirên sereke ê lêgerîna min ya felsefî ye sir herikîna jiyanê a gerdûnê de bi wê jinê re herê baş, xweşik û bi aliyên xwe yê rast bi watedîtina wê her tim min   bawerkir. Lê bi qasî ku tu zilamek nikare bike, bi meta ya “ zilam û sermaye”ya li pêşiya min, bi Hûrmûza xwedî nod hezar mêrî re şêwazê hebûna min ku qet parvenake bi vî exlaqê xwe jî min bawerkir. Wê demê ji femînîzmê   jî zêdetir, têgîna ‘jineolojî’ ( zanista jin) têgîna armancê wê hîn baştir pêşwazî dike .

Heta xwezaya jinê di tariyê de bimîne, wê hemu xwezaya civakê wekî   ne hatiye ronîkirin bimîne. Ronahîkirina xwezaya civakê ya bi rasteqîn û bi berfireh, tenê bi ronahîkirina rasteqîn û berfireh ya xwezaya jinê gengaz dibe. Bi dîroka mêtingeh bûyîna jinê re bi qasî aborî, civakî, siyasî û mêtingeh kirina hişmendî asta ku bighêje vekirinê, hemû mijarê yên dîrokê û civaka rojane bi her aliyê xwe ve gihiştina vekirinê re wê kedek mezin bide.

Bê guman   statuya jinê ji bo bigije eşkerebûnê dîmeneke mijarê ye. Dîmena herî giring bi pirskirêka rizgariyê ve têkildare. Bi gotineke din çareseriya pirsgirêkê giringiyeke mezintirîn hildigire. Rêjedariya asta azadiya giştî ya civakê bi asta azadiya jinê re pir tê gotin. Ya rast hindirê vê biwêjê wê çawa bê tijikirin ew giringe.   Azadiya jinê, wekheviya wê tenê   azadiya civakê û wekheviya wê destnîşan nake. Ji bo vê pêwisti bi mekanîzmayên teori, bername, rêxistin û çalakiyê heye. Ya giringtir, dide xuyakirin ku bê jin siyaseta demokratîk nabe, heta polîtîkaya   çînî wê kêm bimîne, aşîtî û pêşxistina hawirdorê jî nikare bê   parastin.

Divê jinê ji statuya dayika pîroz, namusa bingehîn, jê nayê qerîn, hevsera bê wê nabe bê derxistin divê wekî komînek cewherî-heyberî bigirin lêkolînê. Bi asayî van lêkolînan divê pêşî jî qeşmeriyên evînê bi parêzin. Heta divê bîvarên herî giring ê lêkolînê dibin navê evînê de hatine bincilkirin ew nemerdiyên mezin ( di serî de tecawiz, kuştin, lêxistin, çêrên hezarên wan yek pere) were raberkirin. Bi gotina Heredot. “Hemû şerên Rojhilat-Rojava li ser rûyê jinê çêbûne” gotin wî tenê rasteyekê eşkere bike. Ew jî wekî mêtingeh ku   nirx qezenc kiriye, ji ber vê sedemê jî bûye mijara şerên giring. Diroka şaristaniyê weke wisa ye jî, moderniteya kapîtalîst hezar qat hîn giran û pir alî qezenckirî mêtingekirina jinê temsîl dike. Di nasnameya xwe de kolandiye. Dayika hemû ked, xwediyê   ked bê mûçe, karkera bi mûçeya herî kêm, a herê bê kar, çavkaniya   zilam a bijandina bê sinor û pelçiqandinê makine pergalê a çêkirina zarokan, pîrika xwedîkirinê, amûra reklamê, amûra seks-porno hwd. her wiha mêtingehkirna wê dirêj dibe diçe. Kapîtalizim, wekî ku di tu pergalên mêtingehî de tuneye li ser jinê   pergala mêtingehkirinê bi pêşxistiye. Ku em nexwazin jî careke din vegera li ser statuya jinê biêş dibe. Lê zimanê rastiyan ji mêtingehkaran bi cureyeke din nabe.

Rêxistina Feminista ronîdara vê rastiye de bê gûman beramberê   pergalê   divê bibe rewşke tevgera here radîkal.   Rewşa xwe yê modern dîsa rehê wan em dikarin bi sipartin şoreşa Fransizê   tevgera jin piştê çend qonaxa heta roja me hatiye. Qonaxa yek emînde peyê wek hevîtiye dadî de reviyaye. Zêde wate vegotin nake ev wek hevî di roja mede firavan minay ku pêk hatiye. Lê hindirê wî valaye divê baş bê zanîn. Mafê mirovan, aborî, minay mafê   civakî, sîyasal mafê dinda jî pêşketinê teşeyî heye. Di xuyanê de jin, qasê zilam wek hev û azade. Ya rastî ev wek hevî herê xapandina giring û di şêwazê azadiyede veşartiye. Tenê ne modernîta fermî, hemû serdema   hiyerarşîk û şarezatî hemû dokuyê civakêde   bîr û beden dîl kiriye, koletiya   her kûr ku azadiya jinê dişixuline, wekhevî, demokirasiya wî pir bi vegirtî xebatê teorîk, têkoşina bîrdozî,   bernamedar û bizavî rêxestî, herê giring ji çalekiyê bihêz divêt. Ev nebin xebatê feminizm û jin     di bizava jina lîberal ji bo aramiya pergalê Xebat kirin wî alî wate wî   nede.

Zanîstiya jinê demê pêşket çaresetiya   pirsgirikada vekirina mînakek   xêlek   fêrbûn be. Zayendî xweajo hîngirina jiyanê   teşeyê herê kevin ku di serida hatiye divê were femkirin. Bersiva pêdiviya jiyanê ji bo xwe bide meşandinê. Ferd bêdawî bêderfet a jiyanê, çareseri yek xwe carî potansiyela hilberandin pêşxistin zorkiriye. Zayendî ajo tişta dibêjin, ev potansiyel di mercê rewa de bi hilberanêde jiyanê berdevam kirine. Di alikide li himberê xetera   xilasiya zayendê û ji bo mirinê dibe çare. Cara yek emîn şane par kirin, şane a yeke pirbunêba xwe nemir kirinbûne. Hijî gîştîbikin, valabuna gerdûnê ku dixwaze xwe daqurtine, li himber tinebûne her tim xwe bi cûre kirin pirkirin mêlên bê dawyê kirin jiyana xweye bi nûjen mijara ber devam kirinêye. Ev mijara gerdonî cûre mirovande berdevam kiriye yek yan jî ferd hê pir jinin. Piranî bi laşê jinê pêktê. Rolê zilam di vî mijarêde pile dawî duheme. Ji ber vê yekê mijara ber devama zayendêde hemu berpirsiyar di jinêde hebûn wek zanistî babetekî fêhmdare. Maye ku , (kaldi ki) jin ne tenê zarok di zikê xwede rakirin, mezinkirin û zayandin va nabîne. Hema mabû ku heta mirina xwe berpirsiyara lênihêrîn jî wek sirûştî radike. Hingê di vî bûyerede encamê ku em derxînin, hemû mijarê elqetê zayendîde ji teqez xwe gotinêye. Çimkî her eleqetê zayendî ji bo jin wekê potansiyel li binî rabûn pir pirsgirkên bihêz bi xwe re tine. Deh zarok zayandin kirin wek fîzîkiya jin û   heta giyan ji getiye rewşeke ji   mirine xirabtir divê meriv fembike. Nihêrandina zilam ji zayendî re hê kelkot û bê berpirsyariye. Ev jî nezanî û kor kirina karîn di pîle yekemînde rist dileyze. Wekî din hîyerarşî re û bi devleta xanedanê re   pir xwedê zarokbûn ji bo zolam tê mene ku hêzeke ku dev jê nayê berdan. Pir bi zarok bûn ne tenê berdevama zayende,   bkarîn û wek dewlet bûn ji mayin bûn ewleyî pêk tîne. Wekê ku mena yekdestî milk ta tê dewlet ji bo ji   dest neçe, bi mezintahiya xanedan ve   girêdayiye. Jin bi vî hem zîndewerzaniyî hebûn, hem karîn û ji bo hebûna dewletê vedigohurîne   qasida pir zarok çekirinê. Ji bo jirê   tirsehêza mêtingeh bûn yek emîn û dû yemîn giridana bi xwezayê binhehê wî waha tê amade kirin. Têk çûbûna jinê ev hrdû xwezayê giridayî dahûrîn giringî yek mezin radike. Hewce nake pir vekirin, statuya ev herdû xweza di binê wîde jin gihanî û beden demeke dirêj zinde û bê hincirîn li pê mayin bûn ne biderfete. Hêlê fizikî û giyanî tebiqîn nav hevde zilam pêşdikeve û jin jiyana   hinekî din be devam kirin û hildana tenduristiyê himberê vî bi eş, kin û qantir jiyanekî ve ber bi dawiyê ve dibe. Diroka şarezatî û modernîteyê di vî rastiyêde dahûrîn û xwandin giringiyek mezin radike.    

Xeteriya pirsgirêkê di aliyê jinê de em li aliyekî bihêlin. pir zêde bûne nifûsa mirovan ku bandora xwe hin girantir li ser civaka xwezayî û li ser hawirdorek ekolojîk dide. Hiskirin , ango biwata (boyut) pirsgirêka demografîke.ger ji aliyê zanesta jinê ger jî aliyê zanesta civakî ve dersên herî bingehîn ên bêne stendin. Nifûsa mirovan “ bi hindekariyan ajoya hundirîn”. Bi vê rêbazê ne berdewamkirin wê ,ne mezin kirin wê di hin rewşên terwend de (ender) rewşa ne biçûkirinê û rastiya wê. Bi rêbazek herî hoveber weke rojavayîne hundurîn berdewamkirina nijadê (irq) bi rêbazên ku bi dîroka şarestanî û modernîtiyê bi pêşketinên zanestî destekirin sedema bingeha zêdebûna nifûsê ye. Cureyê mirovahiyê wekî civaka xwezayî bi riyên ajoyê hundirîn, bi taybet bi ajoya zayendî berdewamkirina hebûna xwe rewşek paşketî îfade dike.Astên çand û jîriyê (zeka) hebûnên civakî di çawaniyê hîn pêşketî tir de potansiyelên fêrbûnê pêşkêş dikin. Kes û civak bi jîr û çandên xwe, bi saziyên xwe yên felsefê û politîkayê dikarin derfetên ku xwe heta demên dirêj jî bidin jiyankirin bi karbînin. Ji ber vê yekê pêwîstî bizêdebûna nîjadê ya bi riyên ajoya hundirîn namîne. çand û jiriya (zeka) mirov ev rêbaz ji zûve derbaskiriye. Ji ber vê yekê ji vê hovberiyê di bingeha rêgeza kar ya şaristanî û modernîteyê berpirsyare. Bê guman zêdebûna nifûsê, ZÊDE BÛNA PAWAN Û DESTHILATDARIYÊ YE, ew ji yeksan zêdebûn, pirtirîn KAR e.Bi qasî dîrokê cureyê   mirovahiyê bi zêdebûnê re netenê civak,hawirdor û xweza jî anîn li ber hilweşînê misoger bi KOMASIYA DESTHILATDARÎ Û SERMAYA KUMULATÎF û ji ber sedema QANÛNA PIRTIRÎN KAR e. Hemû Pêker û sedemên din talî di rista pîlansaziya duyemîn de dilîzin.

Ger wisa be pirsgirêka jin ku ji niha de biwarên(boyut) dewasa qezenc kiriye çareserkirina wê û parastina hilweşîna ekolojiya wê ya sereke di çareserkirina pirsgirêka demografîk perpirsyariya sereta pêwîste bi jinê re be. mecra vê ya yekemîn jî tama azadî û wekheviya jinê ye, mafê siyaseta tam demokratîke; di hemû têkiliyên zayendî de mafê vîn û gotina tame. Ji bilî wan rastiya,bi tevahî rizgariya jin, civak û hawirdorê, azadî û wekheviya wê negengaze. Bi xwezayî têşe girtina siyaseta demokratîk û siyaseta konfederatîf ne gengaze.

Jin her wiha wekî hêmanên bingehîn yê civaka bi exlaq û politîk dibin roniya azadî, wekhevî û demokratîk bûyî nê de exlaqê jiyanê û di babeta estetîk de rista jiyanî dileyize.zanestiya exlaq û estetîkê parçeyek zanestiya jinê a jê   nayê qutkirin, jin ji ber sedemên berpirsiyariyên mezin yên jiyanê di hemû mijarê exlaq û estetîkê hem wek hêza pêkanîn û hizrê de bê gengeşe ku wê pêşketin û vekirinên mezin bike. Girêdana jin ya bi jiyanê re li gorî ya zilam hîn berfirehftire. Di pêş de bûyîna jirî ya hestyar ya jinê bi vê ve girêdayî ye. Lewma estetîk wekî xweşik.kirina jiyanê, di aliyê jinê de mijarek hebûnê ye. Etîk (teoriya exlaq, estetîk: teoriya xweşikbûnê ye ) di vê babetê de jî berpirsyariya jinê hîn berfirehtire. Perwerdekirina mirov aliyên wê baş û nebaş, giringiya jiyan û aştiyê, nebaşî û sawiya (dehşet) şer, nirxandina pîvanên adalet û heqiyê, di nîşandayîn û biryarkirinê de di aliyê civaka bi exlaq û politîk de hîn rastir û bi berpirsyar tevger pêwîstiya xwezaya wê ye. Ji xwe ez behsa jina ku kûkle û siya zilam nakim. Ya mijara gotinê jina ku azadî, wekhevî, û demokratîkbûyîn têgihiştî ye.

Zanistiya aboriyê jî weke parçak zanestiya jin pêşvebirin wê hîn rast be. aborî ji serî de şêwazek çalakiya civakî ya ku jîn di rista bingehîn de dileyize. Pirsgirêka xwedî kirîna zarokan ji ber li ser pişta jinê ye aborî ji bo jinê wateya jiyanê îfade dike.Her wiha wateya peyva aboriyê “qanûna malê, rêzîkê debirandina malê” tê gotin. Ew jî eşkerya ku karê jinê yê bingehîne aboriya jî destê jinê hate dexistn û bi radestkirina seleflkar,bazirgan, pere.sermayedar û desthitdarî-dewlet, wekî axeyan ku kirine destê rayedaran,derbeya herî mezin a li jiyana aborî bû. aboriya ku radestî hêzên dijî aboriyê hat kirin, hin jî weke hedefa bingehin ya desthilatdariya milîtarizmê hatiye kirin. bi qasî dîroka hemû şaristanî û modernîteya şerên bê sînor, pevçûn, tengavî û qîrên veguhertîne Pêkerên herî sereke. Di roja me de aborî, kesên têkiliyên wan bi aboriyê tunene, bilîstoka parçayên qaxeza bi rêbazên ji qumarê hîn xerabtir kirine qadeke liyîstoka ku nirxên civakê yê bê sînor hatine xesip kirin. pîşeya pîroziya jinê, bi tamamî ku jê hatiye dûrxistin, veguhertine makîneyên şer amorên tirafîkê ku hawirdor ji jiyanê derxistiye û bi pêwîstiyên bingeh ê mirovahiyê re ku eleqa xwe tune di îmalatxaneyan de berhemên ne hewce yên ku kartînin hilberkirina wan, borseyan, biha yan û leyistokên fayizê.

 

 

 

Kategori: Reber APO