Tirkî  |  Erebî

Wê rojê desmala keçîkên bakîr

Tarîtî ketibû li ser xakên dergûşa mirovahiyê

Vebû awazê giyanên pak

Dil rêhberên xwe winda kiribû

Şewqa tarîtiyê vebû

Bê sînortiya rûyê erdê de

Wê bêhnê û kêliyê

Kurdistan tev kûl û jan bû

Destana evînî yê mezin digeriya

Ew qêrîn bû wê rojê vekir

Axîn û keserê dilan

Rêwîtiya heqîqetê de qîrîna azadiyê da Zîlan

Xwe kiribû govenda agir

Xwe kiribû bombeya zindî

Wê rojê welatê tavê tîrêjên xwe ve

Şîn girêdabû li ser cîhanê

Diherikî ber bi çemê Dîcle, Firad û Munzurê

Ber bi bedewiyê

Mirov li şûna cil agir li xwe dikir

Bi agirê xwe dixemiland wê rojê

Her taxê welatê min de

Li kolanên bajêran de hêsirên zarokan çikiya bû

Destê wan li hewa mabû

Zarok ji zûve cîhê xwe girtibûn

Serkêşiya dîlana bi agir dikirin wê rojê

Di her derê gerdûnê de dengekî dihat

Zîlan xwedawenda azadiyê ye

Şîmal Amara

Kategori: Helbest