Tirkî  |  Erebî

Çavên watedar ronahiya jiyanê ye

Di her awirekî de wateya hebûnê ye

Şewqa bi heybet rastiya gerdûnê di nava xwe de dihewîne

Di vê serdemê de jiyan kirin zehmet e

Bi qasî zehmete cardin bi hebûna te re xweş e heval

Ji ber ku dixwazim gerdûnê binasim

Weke zarokeke ji nûve di hemêza xwezaya dewlemend de mezin dibim

Xeml û xweşikbûna gerdûnê dipêçe cîhanê

Ew xweşî ye

Ew evîn e

Ew parazvan e

Car di zelaliya çem û rûbaran de

Car di bedewiya gul û rihanan de

Ew jin e, ew jîn e

Jiyan jî divê azad be

Ew eşqe, ew hêrsa sedsala ye

Ew di safbûna dilê dayîkekê de evîndaran pêşwazî dike

Di perestgehên pîroz de xweşikbûna biharê dide jiyîn

Di awirên çavan de cardin bibîne

Azadiyê, di demsaleke germ û bedew de zayînên nûjen binêre

Diherikin wek lehî hesretên bê dawî

Ziman lal dibe, goh ji ber vê bangê ker dibe

Lewra jiyan ev e

Pênaseya hemû bedewiyên gerdûnê di awirên berxwedêran de kom bûye

Weke xwezaya bi bereket hemêz dike her kesê

Dibin evîndar

Dil dibin agir, disotin

Dişewitînin

Lewra agir ronahiye

 

Şehîd Armanç Ronî

Kategori: Helbest