Tirkî  |  Erebî

aaaa.jpg

Ez im ez, bihar im

Di demsala herî bedew de

Di nava gerdûnê de

Ez im ez mirov im

Navê min jîn e

Xwedawenda axê

Navê min jîn e

Hembêza xwe vedikim ji çar demsalê re

Her tim evîndar im

Di dema biharê de

Dixemile; çiya, zozan, mêrg û deştên herî delal

Di zivistaneke sar de

Serî radikir berfîn û nergîzan

Delaliya xwe parve dikir bi gerdûnê re

Di barîna berfê de eşqa mezin dikeve dilê berfîn

Di nava berfa sipî de serê xwe radike

Ew jî di nava hembêza xwe de dixemilîne

Di dema Avrêlê de coşa zayînê dijî

Evîna Avrêlê di demsala biharê de bilind dibe

Ruh dikeve; ax, dar, nebat û hemû zindiyan

Bêhna rihana û xweşiya kaniya

Diherike di nava newalan de

Car berf car jî baran dibare

Carna jî roja bedew xwe ji ewran xilas dike

Dikene rûyê me

Dibe keska sor, buka baranê

Meha Avrêlê bi dengê bilbilan dibe mêvanê dila

Di her hebûnekî de hez kirina xwe dineqişîne

Gerdûn, mirov, ajal, nebat û her tişt dibe şahidê heqîqetê

Ev, rastiye

Ez; bihar im, jîn im, jiyan im

Di xeyala hemû jinan de

Eşqa her çar demsalan im

Di bihara hemû gelan de

Evîna Rojê jiyan dikim

Sarîna Agirî

Kategori: Helbest