Tirkî  |  Erebî

Stêrkên li asîmanan ji; gerdûn, xweza û mirovahiyê xeyîdîn

Heyva ku ronahî dida

Di şeva tarî de xwe vemirand

Û xatir ji asîmanan xwest in

Asîman bê te sêwî ma

Û bê rawestan firmêskên wî bû xelat

Ji bona gelên dest li hewa

Kulîlkên bedew çilmisîn

Hemû dar û daristan qirîn hildan,

Pel weşandin û nebûn berhem ji xwediyên xwe re

Xweşik, xweşikbûna xwe ji bîr kir,

Dûrê xwe ket û bû mêvanê xeribiyê

Dayîk û bav ji bîr kirin zarokên xwe

Û zarok jî ji bîr kirin lêyîstokên xwe ên zarokatiyê

Bi hezaran keç û xortên welat

Wek wolqanekî ji agir

Bûn çemberekî li derdora Îmraliyê

Bi hezaran keç û xortên çeleng sond xwarin da ku her kêliyê têkoşînê ji neyaran re bikin roja reş

Ji pênûsa gerîla

Kategori: Helbest