Tirkî  |  Erebî

Ji axê pijiqî sûlavek

Ji singa kanî û rûbaran diterike şîrê jiyanê

Ji welatê agir de

Keçên rind û sipehî bûn neviyên Staran

Xunçek di nava bax û bostanan

Li Kurdistana rengîn bişkivin

Dibin; Sema, Rehşan, Zekiye

Dîrokê qolincê zayînek efsanewî dikşand

Qêrînên azadiyê digihîşr erş û ezmanan

Êdî cîh nema bû ji revok û sêwlîkan re

Lewra tovên xwedawenda hişk û pûç nedibûn

Wan dengê dilê xwe bihîstin

Û ji bihûşta dayîka xwe wateya jîn û jiyanê wergirtibûn

Piştre dem û dewran dizivirin

Û demsalan boxçika derd û kulan avêtibû pişta xwe

Ta ku teşiya jiyanê bi tayê hêviyê birêse di dergûşa dayîka min de

Ji nişkê ve avek sar li ser canê min de rijiya

Ji mirina sar diveciniqim

Li pêş çavê min ezmanekî qelişî

Sînorên hûnandî di qiriqê de mabû

Lê tiştekî diqutibû dilê min

Belkî jî xewnên min herifî bû ji taya şevê

Carna hinav dipertin û rondikên çavan dibariyan

Ser zeviyên ji bîr kirinê

Wê tîrêjên rojê xwe dipêçe li bejna Edûleyan

Dilopên baranê hestan dawerînin

Cerg û dilên birîndar

Wê biskên belek li ba bibin û guliyên reş xwe berdin

Ser zend û bendên bazinan

Stêrka ezmanan û deryaya sûmbûlan

Bû nergîsa navsera Gabarê û berfîna keviyên berfa Cîlo û Çarçella

Xunava kulîlkên deşta Feraşînê

Keska sora zozanên Herekolê keçên rojê bû

De çavên xwe veke bûka welatê min

Tenê careke serê xwe rake û bikene

Gabar û Cudî kirasê biharê li xwe kirine û li benda tene

Dibe ku şensê wan hebe firek av ji deryaya hestên zelal vexwin

De were vaye Botana ku di bajarê êşan de

Bibû qîr û qiyamet

Li her derê dengê brûsk û bablîsokan

Digihîşte erd û ezman

Bibû laleşek pîroz di dilê her evîndarekî xwe de

Li benda te ye

Lê her çiqasî agirê dûr ketinê bişewitîne jî

Ewqasî jî xweşik û pîroz dike

Û awirên çavên te dibin çavkaniya îlhama têkoşînê

Kenê te ji dibe serdemeke bi şewat

Her kêliyê ku bi te re derbas dibe kêliyên ji azadiyê ne

Şehit Warbîn

 

Kategori: Helbest