Tirkî  |  Erebî

Ji bedewiya tîrêjên rojê me

Sozdar û evîna dozê me

Ji bedewiya mirovahiyê me

Bi hêvî û bawerî me

Vîna bindest û jara me

Bejin û bala xwe bi rengê xwezayê xemilandiye

Ji ber ku xweza bi xwe me

Çi baş, çi xerab li dora min civiyane

Her çû mezin bûm û jiyam

Bûme çav, dest û hestê gelan

Di dîroka tekoşîn û mirovahiyê de bicî bûm

Lê çavên wan bar nebû û êrîş kirin

Xwestin min tune bikin

Cardin jibîra kirin ku rastî doza gela ye

Fikir û ramanê min dorpêç kirin

Gor daxwazên wan nebû çunkî ez gel bixwe me

Dixwazin bidin jibîrakirin ku ez gel û gerîla me

Li her çar parçeyan li ser piyame

Bi vîn û baweriya roja xwe me

Ji fikir û ramanê Apê xwe me

Ez gelim ez gerîla me.

HESRET AMED

Kategori: Helbest