Tirkî  |  Erebî

Gulên di nava stiriyan de mayî di

Çîrokên xwe di rûyê rojê de vedibêjin

Ewrên reş û tarî kombûn li ser Parîsê

Wekî Zeusan birûskan lêdidin

Stêrk rondikên hesretê dibarînin

Kulîlk ji bo dildaran pelên xwe weşandin

Ey şevşevokên şevên tarî

Ey xwînmêjên vî zemanî

Mîna nergîzên di nava stiriyan de mayî,

Ez rijiyam; bûm kevir, bûm dar

Bûm giya, bûm gul û li te digeriyam

Ez bûm însan û firiyam

Dîsa însanan jî ez girêdam

Ey xwediyên diranên tîj

Ey xwediyên pencên jehirkirî

Ey xwediyên mêjiyên reş û dilên tarî

Dema çav kor bibin,

Dil ji lêdanê radiwestê

Pir dirinde û hov dibin

Ey xwediyên desthilata qerisî

Ewrên reş û tarî li ser me dibarin

Îxanet li ser me dibare

Stêrk bê rawestan li pey hev dibarin

Pelên daran weşiyan

Gul xwe bê av hîştin

Şemalên xwe hêlandin

Cîhan hemû reş kirin lê kes nedikarî

Ronahiya wan ji dest bigre

Bi têhna rojê ji nûve jiyan vejandin

Bi eşqa Rojê û sê kulîlkan jiyana pîroz mezin dibû

Jiyan ji nûve hunandin

Û gerdûn afirandin

Ew gula di nava baxan e

Weke çirûska berxwedêr e

Evîndara roj û stêrk e

Ey Sara ya pîroz û jina evîndêr

Riya me berxwedan û serkseftin e

Leyla û Fîdan remza têkoşîna te ne

    Viyan Argeş

Kategori: Helbest