Tirkî  |  Erebî

Ez im hêviya azadiyê

Dilopekek ji derya ya evînê me

Perçeyekek ji agirê bedena Zîlan im

Ez im ciwaneke bê eman digerim

Niştecîheke Kurdistanî me

Rukeniya li ser rûyê Solînan bim

Di serkêşiya govanda azadiyê de

Ezê di ronahiya Rojê de

Ji nû ve vegerim

Di rûkeniya Aram û Rojyaran de

Di bihûşta welat de dijîm

Û weke berfîneke

Bi dilpakî, careke din dibişkivim

Dema vegerandinê de

Bixemlîne her derê welatê min

Her vegerekî de hemêz bikim axa Kobanê

Dîsa bikenin li rûyê min

Nerijînin rondikên çavan

Kilamên azadiyê biqîrin

Biqîrin da ku bibihîzim

Bihûnin porên zer

Bihûnin da ku dilşad bibin

Di her çirûşkekî de

Û roj bi roj geştir dibe evîn

Ez evîndar im

Weke kevokeke baskên xwe ve dikim

Wê demê li asîmanên welat binêrin

Ezê her hebim

Ji ber ku em rêheval in.

Şehit Delila Kobanê

Kategori: Helbest