Di her pişt çîrokek bêdawî de efsaneyek razaye
Di pişt hewaya giran ya bajêr de bablîsokek razaye
Çavên her kesî li bendê ye ku dawiya rê were, lê
Di pişt her dawiyekê de destpêkek razaye
Îro her çiqas pênûs bêdeng be jî, lê
Di pişt wê de lênûseke ji qêrîna sibe razaye
Ji ber ku pênûs fêrî darbeya celad bûye
Di pişt her zivistanekê de havînek razaye
Ez dinivîsînim da ku bixwînim di dîrokê de
Di pişt her serê ku di sêdarê de çûye baweriyek razaye
Dibe ku rê dirêj be, ketin û rabûn hebin, lê
Di pişt her ketin û rabûnê de hêviyek razaye
WARAN KELHUR
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 30 Tîrmeh 2018