Mina bexça evinê ye
Vedibin kulîlkên hêviyê
Çiyayên wê yên asê mij û duman e
Şer weke lehiya çemane
Xwîna têkoşeran dikele di nava can de
Dijmin di hawar çiya jî di bangê de ye
Ruh radibe cardin
Milekî tilîliyên azadiyê
Milekî tirsa di dilê dijmin de
Bi tolhildanê bang dikin
Ey çiyayê Xakurkê
Warê serkeftinê
Meskenê şehîdan
Xwediyê destana lehengtiyê
Hey dijminê xwîn xwar
Ne hêsan e dest girtina cîh û waran
Hatin ne weke vegerê ye
Cihê ku te bi tang topan koland
Agirê ku te berda xwezaya rind û ciwan
Îro wê ji te re bibe goristan
Ji bîr nakin têkoşerên doza azad
Tu her şîn dibe çiyayên azad
Bi xemla Şekîf serê xwe rake
Bi berxwedana Lêlîkan serfiraz be
Nîsan Qamişlo
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 02 Tîrmeh 2018