Tirkî  |  Erebî

Newal’a min, hevala min

Bi hestên mezin

Digerim, azadiyê digerim

Ji bo jinên bi jan hêvî me

Evîndarim, evîndara çiyayên pîrozim

Adarim, şîn dibim di dilê zarokan de

Weke kulîlkekê di zinaran de vedibim

Ezim, ciwanê ROJ’ê me

Bi hesret û berîkirina wî ve barkirî me

Ezim Bêrîtan, qêrîna azadim

Kom dikim di dilê xwe de evînê

Ji bo ku belav bikim li ser rûyê erdê

Serbilindim, ji bo ku jinim

Nûda me ez, kenê li ser lêva me

Heqîqetê digerim

Di xemla Staran de xwe dibînim

Rêwî me, ber bi dilên weke ku di rûbaran de diherike

Şevînim ez, li ser bircê Amed’ê

Meşaleya di destê Zekiye de me

Her dem geş dibim di agirgeha Rêber APO de

Rewşenim, Ronahî û Bêrîvanim

Di kenê Sema de weke kulîlkekê vedibim

Dûnya me ez, hezkirina welatim

Axim, çiya me ez

Dibezim ber bi ROJ’ê ve

Şemala ROJ’ê me

Ez dilê gelê xwe germ dikim

Ekînim ez, sozim, tolhildana şehîda me

Di namluya sincirî de gûlleya ku

Di dilê dijmin de diteqê me

Hêzim, vînim, bawerî me

Ezim, azadkirina welatim

Sarîna me ez di şînkahiya

Ezmanan de wateyê digerim

Tîlîliya dayîka me ez

Dildarê Zîlan im, Bêrîtan im

Bihara jina me

Zozanim, Başûrim, Bakurim

Rojava û Rojhilatim

Çandim, zimanim, ehlaqim

Biratî û wekheviya gelanim

Viyanim ez, şopdarê jina azadim

Li ser latan pêlên agirim

Li ser rûyê keç û xortan

Viyanim, taca serê Zîlanim

Sîdarim, Silavim, Dîcle me

Diherikim ser ava Murad

Bi Ronya û Sîpan re dibim yek

Ezim Bêrîvan, agirê Zekiye me

Tola Rahşanim

Her tim geş dibim

Dilê dijmin dişewitînim

Hêvîdarim ez, hêvî belav dikim

Tovên biharê direşînim ser axa pîroz

Ji bo şîn bibe welatê min

Ezim, soza jiyanim, welatim

Hîra me ez, şopvanê Rûstem’ê Zalim

Besê me, Bêrîtanim

Di zinaran de azadiyê diqîrim

Heviya keç û xortên Kurdim

Dîcle me, keça Colemerg’ê me

Lêdidim di dilê 36’an de

Dibim roniyek di çavên Rûken û Brûsk de

Hezkirina wan kom dikim di dilê xwe de

Sozdarim, zarokê çiyayê Cudî me

Ava mezinim

Kombûna nirxên dîrokê me

Sara, Rojbîn, Leyla ne em

Ji ava Munzur û Dîcle diherikin

Ber bi zîndana Amed’ê ve

Berxwe didin weke Kemal û Xeyrî

Em dibin agirê Çaran

Her dem vêketî dimînin

Heya azadiyê

Ji lênûsa Şehîd Binevş Ceng

Kategori: Helbest