Tirkî  |  Erebî

Dikenim

Evînek çiyayî dijîm

di kolanên welatê xwe de

di tarîtiya şevê de dikenim

dikenim da ku strana evîniyê belav bibe

coş bide her derê

da ku her der bibe berxwedan

bibe jiyan, bibe rûkenî

dikenim

da ku bê deng nemînin kolanên Cizra Botan

da ku bahoza evîna çiyayî

xêz bike wêneya xwe

di rûçikên her ciwanek cizîrî de

dikenim û bi min re dikene

Mehmet Tunc û Sêvê

Bi min re dikene Pakîze û dayîka Taybet

Dikenim û bi kenê min re

berxwedan dibe jiyan

Di kolanên Cizra Botan

Silav û rêzên şoreşgerî

Kategori: Helbest