Tirkî  |  Erebî

 

Bê navin hemû hest

nikarin li wan bikin navekî ji xwe

Ji xwe nikarin bilêv jî bikin

Nayên jimarê jî

nayên ser zimên

Nexasim nivîsandina wan ...

Panzdehê Sibatekê bi çend hevokan

Heştê Adarekê  bi çend peyvokan wê bên ziman

Newrozekê ...

Û bêguman nahedinê jî

bi bêdengiyê  dil

Wek qêrîneke j’dîrokê belav dike xwe li çiyan

Xwe li azman

L’ nava behran

Di serkê fîşekkê de

Di laşekî bi xemla j’êgir

Bi şewqa şewata laşê Mazlûm

Laşê Bêrîvan

Û her wekî wan

Bi sedan

Na wala nayên ziman!

Bera her tişt bisekinê

Bera biştexlin ev ezman

Bera biştexlin çiya

bera demsal biherikin nava dilê dîrokê

ger kesek neaxive jî ew ê zanibe ji xwe her tiştî...

Siya Bagok

Kategori: Helbest