Tirkî  |  Erebî

KEÇA KURD

Li ser hestê dil

Dinirxînim Kurdistana narîn

Gula xemilî ronahiya gelan

Her mirovek dixwaze bibê

Pêlek ji gula evîndar

Dixwaze jiyan bikê mîna gulê jiyanê

KEÇA KURD

Ew agirê li ezmanan

Di barandin tîpên azadiyê

Roja pîroz hemêz dikirin

Bi germahiya dilê xwe

Te qetand perdeyên dirokê

Bi zimanê baranê

KEÇA KURD

Tu şîn dihatî di dilê keviranda

Pir rêhevale me bûn

PÊlek ji dilê azadiyê

KEÇA KURD

Te çawa binirxînim

Bi zimanên aşqê

Bi zimanên hevaltiyê yan

Bi zimanên serkeftinê yan

Bi zimanên azadiyê

Bi zimanên azadiya te dinirxînim

KEÇA KURD

Çawa bêjim Bêrîtan

Rêhavala çiya

Mîna xunava sibêhê

Li ser gulê diçirsê

Ew keça evîndar

Evîndara gelekî

Evîndara welatekî

Evîndara Serokekî

Keça kurd

ROJ KURDİSTAN

Kategori: Helbest