Tirkî  |  Erebî

Ez Evîndarim

Ez evîndarê serokê xwe me

Çavê min kûr bû te ronî kir

Guhê min ker bû te vekir

Giyanê min mirî bû te ew şîn kir

Ti caran tu ji bîr nabî serokê min

Ez bê kesbûm, bû xwediyê min

Ji dayîk û bavê min bêhtir, bû semyanê min

Ger ez te nebînim, naçî ji xeyalê min

Ti carî tu ji bîr nabî serokê min

Dema ez te dibînim

Roja min ronî

Dema ez te nebînim

Dilê min birîn

Çavê min li rêya te weke Leyla û mecnûn

Ti carî ji bîr nabî serokê min

Tuyî rih giyanê min

Ger tu nebî, nîn e bête jiyana min

Ger ez jiyan dikim, ew jî bi teye serokê min

Ti caran tu ji bîr nabî serokê min

Şehîd Nêrgiz Penaber

Kategori: Helbest