Tirkî  |  Erebî

Hey Ahura, ji bû çi

Çend salên ji biharên me

Di xwînê da dibûrin

Ji bû çî di baxçeyên azadiyê de

Gûrên tarî tên damezrandin

Cihê her kûlîlkekê

Cîhanek a xeman tê ava kirin

Ji bû çi bilbil bê fîgan dibin

Pepok bê jiyan dibin

Nergiz bê bîhn dibin

Lîloz wateya tewendiya xwe winda dikin

Ji bû çi Ahura Mazda  ji bû çi çawan dibe

Çawa di biharekî ciwan da

Bagera taritiyê xwe li rêhavalên min dipêçe

Ey xwûdayê ronahiyê bêje

Ma tufana Nuh’e

Careke din xwe zindî dike

Yan jî çerxa canawarên bê rehme

Destarê celadên xwîn xwar

Dilê min di hêrê

Binêre li fermandara min

Rûgeşiya rêka ronahiyê

Periya azadiyê

Hevala Yildiz

Bibîne Rûken xwedawenda dilsoziyê

Kesayeta ji himbêza dayika xwe re îxanet nekirî

Cudi yê ciwan bilbilê hêviyê

Tekoşerê nemir

Botan û Ruha yê ku candan

Lê dilgirtin nepejirandin

Yilmaz, parêzvanê jiyana pîroz

Canguriyê doza bê dawî

Hîna kê bi te bidin nasîn

Ahura Mazda kê?

Teyrên bazê pehle wan

Xemgîne mêrxwaz

Tîlîliya tifenga serbilind

Cîhana birîndar

Şêre jina azad

Dîmena dilşadiyê

Berxwedanvana rûmetdar

Bi bombeya xwe

Xwe gihand kerwanên azadiyê

Bêje Ahrua ma kî dikare van rê hevalan

Bi çend hevokan binexşîne

Kîjan pênus dikare rûmetdariya wan

Erê xwedayê ronahiyê bese

Rabe pêşwazî bike evîndarê xwe

Û pîroziya wan di himbêza xweda

Bi parêze Ahura Mazda

Laleş XEMGîN

Kategori: Helbest