Tirkî  |  Erebî

 

Bejna xwe rakir bi asîmanan
Ew nedixwest tenê dayika çend zarokan be
Ji wê rojê heya niha
Heya hemîşeya Kurdistan
Zîlan dayika hemû zarokan e
Birûskajina niştîman e
Çavên geş yên jinên bi hêvî ye
Perçe perçeya laşê wê
Li çar perçeyê Kurdistan e
Zîlan çavên 'Roj' e
Li asîmana 'Rojhilat'
Her roj hil tê
Zîlan stêrkeke li 'Rojava'
Her roj ber bi êvaran
Li pêş hemû stêrkan der tê
Zîlan taveheyva şevên şûm ya 'Başûr' e
Tarîtî dişewitîne
Zîlan diltepîna 'Bakûr' e
Her şev û roj
Lê dixe li singê şar û gundan
Zîlan her roj bi şemalên serê sibê
Serdanê jorê tenêtiya 'Serok' dike
Ku tijî kiriye li Kurdistan
'APO' hembêz dike
Bi kenekî jê re dibêje:
Rojbaş!
Zîlan tarîtî û tenêtiyê dişkîne
Zîlan mirin dimirîne
Pir bi xerîbmayîna Kurdistan
Strana evînê distire
Ew dibe evîn di nav dilên evîndaran
Dibe lorîn ji bo hemû zarokên şîrîn ziman
Dibe sembola azadî di nav bîrên welatê min
Xezala çiyayên berxwedan
Şahîna azad ya asîmana gerîla
Di demeke nediyar de
Perçeya laşê xwe kom dike
Û bi Semakirinê li asîmanan difire
Roj di hembêz de digire
Heyv maç dike
Di nav stêrkan de, wek şahjinê çîrokan
Tê û diçe
Piştî ku ruxandina şevên tarî
Serê sibê...
Laşê xwe weke gula genim
Di Kurdistan de belav dike
Li her cihekî...
Perçekî ji laşê xwe diçîne
Di wê demê de Kurdistan
Bi dar û ber û çiyan
Bi rûbar û bi asîman
Hemû mirov û nemirovan
Ziman digirin û
Bi hev re hewar dikin:
'Zîlan... Zîlan...
Em hemû Zîlan in
Kurdistan Zîlan e
Û
Em Zîlana Kurdistan in.'

 

Kategori: Helbest