Tevî ti ji min dûrî dîsa jî bi hêviyên xwe re hildikşim

Ji xwe ew çîroka di Sibatên sar de te ji min re digot

Anha ez wê çîrokê ji biharê re, ji hevalên xwe re

Ji çiyan re, ji dilê xwe re û ji xwe re dixwînim heval

Ji xwe tu min nas dikî

Destê min ji nivîsokê ne diqetiya û naqete

Helbest kaniyeke diherike li ser zeviyên jiyaneke şêrîn û tal

Me bi hev re digot

xeyal, xewn rastiyan vejîn dike di hembêza Zagrosan

Nepirse, cilê min hîna ew cile

Yê ku te bi destê xwe dirûtibû, Gabardîne

Di ser de jî ew yelekê ku xwe ji berîkan ra kiribû war

Di bêrîkên min de tiştek nîne

Ji bilî bîranînên te û yên ketin oxira azadiyê

Ew kefiya ku agirê cixara te bi ser ketibû

Ew li serê mine

Dibe ku hinek kevin be, rizî be

Lê tişt nabe bêhna min pê derdikeve

Meqeba me bi hev guhertî

Ya pînekirî, hê ez bi wê dimeşim heval

Ji xwe tu dizanî

Hevdîtina min a bi dara berûyê re çiqas pîroze

Wek eşqa sivorekî

Pêra dikenim, diaxivim û digrîm

a niha bi wê mendîla te dabû min

Bi wê paqij dikim rondikên xwe

Vaye çay kelî û agir melûl bû

Dîsa bi şaştî ji qedeha te vedixum heval

Bibore her ev rexne li ser mine û ez jê xilas nebûm

Dibe ji eşqa zêde be

Lewma tiştê ji destê te bi min şêrîn tê heval

Heyv diçe, stêrk diçe wekî her car

Ez dimînim li ber dengê çeqel û guran

Narazim

Çavê minî ku nizane xew bike, her nobedare

Carnan xirmaş dibe, lê naraze

Naraze heya dibe sibeh û

Dibêje, roj baş azadîxwaz

ez wek koçerekî

nan û ava min li pişta mine û

Bi wî çentê minî ku naxwaze ji pişta min dakeve

Ne li Oremar, ne li Zap, ne li Şaho û ne li Qendîl

Min nehiştiye devê çeka min sar bibe

Di çepera pêş de û di eniya tu lê bûyî

Wexta em û mirinê rastî hev dihatin

Me bi hev re digot em ji şevên tarî natirsin

Gava em bi xwe çira bin

Nepirse... hê wek berê bêhna min tenge

Ma vê tarîtiyê hiştiyê bi bêhn firehî li azadiyê bigerim

Nekene tu jî wek minî

Me bi hev re perwerde dîtiye di zanîngeha azadiyê de

Hê wek xwe me heval

Meşa min ew meşe, kenê min ew kene

Xemê min ew xeme, derdê min ew derde

Soza min jî ew soze

Tiştek, di min de nehatiye guhertin

Tenê piçek ji eşqa azadiyê li min zêdetir bûye û hew

Hê ez wek xwe me heval...

Ji pênûsa gerîla

 

Kategori: Helbest