Tirkî  |  Erebî

 Pîroz be Newroz

Xemla çiyan e Newroz

Bûka rojhilat e, zîna welat e

Pîroz be Newroz

Roja xweşikbûna çiyan e

Roja vebûna nêrgiz û beybûnan e

Roja bi zîn kirina keskesoran e

Kenê li ser lêvên zarokan e

roniya çavên gerîlan e

Pîroz be Newroz

Bedewî û nexşa çiyan e

Roja bi lêvkirina dilan e

Awaza bi pêlvedana dilên Kurdan e

Roja lixwekirina xemil û xêza cîhan e

Pîroz be Newroz

Roja vîna bêhempa ye

Volqana dilê Mazlum û Zekiyan e

Gelawêja şeva me ye

Tîrêjên roja me ye

Hêviya gelê me ye

Nûroja Kurdan pîroz be

Li we hemiyan

Xunava azadiyê ye

Rêber û pêşêngê netewî ye

Agirê azadiyê ye

Derya bêbinî ye

Evîna gelan e

Hêviya hemû rojan e

Mifta vîna Kurdan e

Kaniya jiyan û jîna gelan e

Awaza şalûl û bilbilan e

Pîroz be Newroz

Zeynep Cudî

 

 

 

 

 

Kategori: Helbest