Carnan qêrîneke
Carnan keneke
Carna li beramberî bênamûsan...
acizbûneke
Carnan di şevek hîvronî de meşe
Carnan di şefeqê de
Bêrîkirina
Tîrêjên roja bilinde
Carnan di newalek xalî de
Bi çîçîva çûkan re pêşde çûyîne
Carnan ava kirina xeyalên sibe rojê ye
Carnan guhdar kirina dengê dilê xwe ye
carnan di bin barana havînê de
li qeraxên behra sipî, aso tamaşe kirine
Carnan şere
Carnan jî helweste
Carnan zanîna ketina qurşûnê a di sîng de ye
Di dawiyê de, hemî di heman demê de jiyan kirine
13 hezîran 2002 Zagros
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 04 Reşemî 2015