Tarîtî mîna taviyekê biharê
Xwe li ser cihanê pêça bû
û çavên mirova girtî bû
Tenê zelalbûn di rondikê çavan de ma bû
Lê dîsa ronahî nedixuya
Yê dixwestin bi awirên çavên xwe yi qirej
Mirovati bixin nav bandorek bê sinor
û nedixwestin ji nu da xwe biafi rinin
Ew ne wekî şopên berfê ku li ber dijwariye rojê biheli
û wekî aveki di rubaran da biherike
Lê her daim çav li benda mizgîniyeki bûn
û ti car bê hêvi nebubûn
Ev mizgîni wê bibûya bangawazi
û wê ji nu da tirejên rojê
Bi ronahiya xwe çavê mirovahi vekirana
û hêviyê azadiyê xurttir kiriba
Wê ji nu da lorika dayikan
Bi şewata azadiyê bihata ser ziman
Wê bişewatbana bilura şivana
Şehid Rozerin Andok
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 05 Çile 2015