STRANA DILŞADIYÊ

Cihê dîrokê li ser rûpelan nîn e
Ew sipîka wan bi xetan bûye reşbelek
Birûska pêşerojê gihişte nav û nîşan
Ma eger guhdar li wir nîn in,
Helbet tu kes nîn e
Ji her tişti bûye xalî, weki dilên wan
Dikujin...
Tune dikin...
Derewan dikin
Çend hezar xwedanê me hebûn,
Ji wan tenê yek hiştin;
Û li ber ava çemê Ferdewsê sermest kirin
Dibêjin, ji xwedaperestan in em;
Cihû ne...
Xiristiyan û misilman in.
Virker û xapînok in
Eger xweda yek e
Ma em bê xweda ne?
Dîrok ne ji van e....
Ne ya van e
Duh Galîlo “cîhan digere ” got
Li ber dergehê dêrê,
Bi darê kêndirê ew fetisandin
Mûmyar dibêje;
“Ez im Firewnê Misir,
Dirist im,
Ji xwedê dirist kirime.
Zanist jî matmayî ma,
Nayê bawerkirin, lê belê rast e
Arkeolog...
Lêgerîner...
Bixwînin!
Li ser hestiyê min nivîsiye dîroka min.
Sikoloji û piskolojiya azadiyê Koçber kirin,
Di nav peyvên pirensip
Û zagonên azadiyê de.
Bi awazên strana dilşadiyê,
Bilbil nayê kedîkirin,
Ne jî strana xwe ji bîr dike,
Lê dihêle. Hem jî di hundirê......
Her dengbêj e.
Serpêhatiyên evîndaran,
Tirajedîk in........
Dramatîk in.........
Ji bo jiyanê xweş bikin
Mafê serxweş û guhdarkirina li mûzîkê tune ye
Şaşiyek heye li deverekê..........
Şev... Roj...Tenduristi
Azadî....Bindestî....Xwedaperest
Ne mecbûr im
Pêdivî û berjewendî giştî ne,
Çi ne ev hemû?
Bawer bike ne ji bo xwe bûme helbestvan,
Şîrovegerên jiyanê,
Mirinê ,
Di bin erdê de ne
Çima...?
Lêkolînvan!
Serokê Tolhildan....
Xwezî dilê min jê re bûba zindan.
Şaşiyek li deverekê...
Şeş milyar însan li hember derketin
Tu kes naxwaze...
Bê hêviyê...
Nêrîn kurt in!
Destpêka werzên salê guherîn,
Paş ve dan......
Ji bîst û yekan kirin yekê mehê,
Da ku, hevalê Mezlûm ji bîr nekin.
Tu dixwazî wan binasî?
Gerden bi xelek in ew tev de,
xeleka bombeya hevala Zîlan,
bûye nîşana wan.

Şehîd Azad --- 05.03.2000—Li gundê Alîreşê şehîd ket.

Kategori: Helbest