Tirkî  |  Erebî

 

Ronahiya min bi navê te ye

Evîna bi te re mezin bûye mîna çiya ye

Ji hizir û gumanên salan

Min berê xwe daye wan gotinên

Bi azadiya jinê xemilandîne

Evînên bi we re mezin bûyîn

Dibarin jê bi hezaran gotin

Bûye kenê winda li ser lêvên min

Bûye çirûskên ji av û agir bihêztir

Bi we re bim ji bo min jiyan e

Bê we jiyan  mirin û ferman e

Hestên weke lehiya avê diherikin

Pir bûne nayin hejmartin

Derbas kiriye hêz û fikar

Êdî têrê nakin gotin ji bo we

Derbas kiriye evîndariya çaxan

Bûye ronahiya rêka gelê Agir û rojê

Weke çirûskên ber çavên min î

Jiyan bi we re vejiyaye jinê rengê xwe daye

Dara bi hezarê salan bê av mayî we av dayê

Şitla azadiyê bûye dara jiyanê û derya hêviyan

Çiqasî  dûrî meyî dîsa em li gel te ne

Dibihîsin bi hezaran dengê kevokan

Dûrbûna ji we wêran e

Deşteke jiyanê re ne pêkan e

Li we digerim nava çiyan de

veşêrim bi kulîlkan

Bêguman û westan

ev pênûsa min ji bo we

Dibe rijîna van  hemû gotin û hestan

Siya te jî hebe besî min e

Ey nûra çavan sebra dilan

Min derbas dikin

ev hestên kûr û dewlemend

Dibin çem diherikin ber bi deryan

Dinivîsim wan gotinên xwe yên ji dil

Roja zelal derya hestan vîna me hemû yan

Nenêre bêdengî û xemgîniya min

Li benda gotinê we ne

Digerim ta kû bibînim wan çavan

Bû ne cîhana rastiyan

We bi lêv kir hemû wêne teşeyên vejînî

Dilê lê dixe li ber germahiya tîrêjên we ye

Dîroka li ber çavan.

Bêrîvan Şam

 

 

 

 

Kategori: Helbest