Dilopek ji xwîna gelê min,
Îro dîsa anî bîra min derdê gel
Kende Kola deriyekî ji xwîn û
Rengek sore, yek jî şîne û
Nava herdu rengan de
Têlê pora BÊRÎTAN ê.
Wekî qesebê zêrîn tê de nivîsiye
Ez zarokim
mafê min heye azadiyê bibînim,
lê bombe ser min de dibarînin
Tu çi bike ?
Wê ew kûlîlkên zer
Di nav destê min de bimînin
Ew kûlîlka min a gerîlaye
Ew soz û peyama wan ji min re da ye
BÊRÎTAN ew kirasê xwe yê zer - sor kiriye ji xwînê
Razaye wekî firişte
Xemgîn bûye hevala me
Bûye xwişka biçûk
(BÊRÎTAN) navê xwe tim hêjaye
Teslîm nabe
Tu cara li hember kedxwaran û dagirkeran !
Ew bûye banga nû
Bûye xwestekvana azadiyê
BÊRÎTAN
Dizane buhaye azadî
Gelek giran daye
Çûna te ne hindike
Jibona mafê xwe
Lê ev taybetmendiya gelê min yê herî xwiya ye
Tim zarokên me dikişînin wî derdî
Wî êş giran di dilê me de ye
Tu bûye peymana gerîla bo zarokan
Ê te nabîne ew bê jîn be
Vîna BÊRÎTAN
Ketiye dilê gerîla û bûye stêrka
Gelawêjê .
Tê de hemû rengên jiyanê
Ev zarok sembola êş zarokên gelê me ye
Bila dunya biweşe kut tê de
Du mafê zarokan nîne
Bila hilweşe ev ezmanê ku birîna te nabîne
Bila dunyayê de nemîne ew bazara ku
Xewnê me yê azadiyê difroşe
Û zarokan dike qurban
Bila bizane hemû dunya
Em didin canê xwe ji bo van zarokan
Tenê bese em bibînin
Wî kenê ser levê wan
Û firîna wan bi kevokên rûliken
Qêrînekî ji nava dilê xwe didim
Û dikim awaz jibo BÊRÎTAN
Lê bila dîsa carek din rabe
Û ser wê rêka Kendekola baz bide û bike dîlan
Û banga gerîla û dîsa bibe xweşiya dilê me
Dîsa ez bigrim wî destê wê
Wekî pebo û dîsa
Ji me bixwaze gulên zer
Bizane ew porê te yê zêrîn
Bûye zincîr û ketiye nava dile me
Bûye gulek zer ya azadiya nav dilê me
Tu cara tu naçe ji bîra me