Tirkî  |  Erebî

 

 

 

 

 

 

 

Dilopek ji xwîna gelê min,

Îro dîsa anî bîra min derdê gel

Kende Kola deriyekî ji xwîn û

Rengek sore, yek jî şîne û

Nava  herdu rengan de

Têlê pora BÊRÎTAN ê.

Wekî qesebê zêrîn tê de nivîsiye

Ez zarokim

mafê min heye  azadiyê bibînim,

lê bombe ser min de dibarînin

Tu çi bike ?

Wê ew kûlîlkên zer

Di nav destê min de bimînin

Ew kûlîlka min a gerîlaye

Ew soz û peyama wan ji min  re da ye

BÊRÎTAN  ew kirasê xwe yê zer - sor kiriye ji xwînê

Razaye wekî firişte

Xemgîn bûye hevala me

Bûye  xwişka biçûk

(BÊRÎTAN) navê xwe tim hêjaye

Teslîm nabe

Tu cara li hember kedxwaran û dagirkeran !

Ew bûye banga nû

Bûye xwestekvana azadiyê

BÊRÎTAN

Dizane buhaye azadî

Gelek giran daye

Çûna te ne hindike

Jibona  mafê xwe

Lê ev taybetmendiya gelê min yê herî xwiya ye

Tim zarokên me dikişînin wî derdî

Wî êş giran di dilê me de ye

Tu bûye peymana gerîla bo zarokan

Ê te nabîne ew bê jîn be

Vîna BÊRÎTAN

Ketiye dilê gerîla û bûye stêrka

Gelawêjê .

Tê de hemû rengên jiyanê

Ev zarok sembola êş zarokên gelê me ye

Bila dunya biweşe kut tê de

Du mafê zarokan nîne

Bila hilweşe  ev ezmanê ku birîna te nabîne

Bila dunyayê de nemîne ew bazara ku

Xewnê me yê azadiyê difroşe

Û zarokan dike qurban

Bila bizane hemû dunya

Em didin canê xwe ji bo van zarokan

Tenê bese em bibînin

Wî kenê ser levê wan

Û firîna wan bi kevokên rûliken

Qêrînekî ji nava dilê xwe didim

Û dikim awaz jibo BÊRÎTAN

Lê bila dîsa carek din rabe

Û ser wê rêka Kendekola baz bide û bike dîlan

Û banga gerîla û dîsa bibe xweşiya dilê me

Dîsa ez bigrim wî destê wê

Wekî pebo û dîsa

Ji me bixwaze gulên zer

Bizane ew porê te yê zêrîn

Bûye zincîr û ketiye nava dile me

Bûye gulek zer ya azadiya nav dilê me

Tu cara tu naçe ji bîra me

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kategori: Helbest