Tirkî  |  Erebî

 

 

 

Bibûrîne dîrok

Ezê rojeke te binav bikim

Roja ku gerdon jî rawestiya

Şîn ji azmana hûr hûr bariye

Dil tev bûne kêştî

Tarîtiyê em dîl girtin

Dîsa hesret bûn çira

Rûkeniya ser lêvê zaroka

Çav li tîrêjan bû, te naskir

Ew roja ku

Te kirasê sor ji xwîna, gelê penaber xwekir

Çiqas zivistan derbas bû

Hîna em zemherî man

Kefenê mirin jî paçê reş bû para me

Hat bîra te

Ger tu şermdikê ji tazîtiya xwe

Ezê ji te re bi lêv bikim

Tu çawe ji nav refê dîrokê derket

Ger tu nikare li xwe mikur werê

Emê ji te re rûpelê dilê xwe vekin

Tu Enfal, Helepça û rojên reş

Bihijmêre her şev

Di xwenê min de li çîroka guhdardikim

Wêneyê te temaşedikim

Lê di rastiya min de bê dengim

Min xwest bang bikim

Lê nalîna min qefeskirin

Ew dilê herdem şiyar ji xwe re

Nedît ne cih ne war

 

 

 

 

 

Kategori: Helbest