Tirkî  |  Erebî

 

 

Ez derya yekê bê sînorim

Carna Fereşînim

Carna Cudiyê ser bilind

Carna dibim stargeh ji bo Nuh

Ez pepûleyekê sînor ne nasim

Baskekê min baxçê îrem

Baskekê min derya ya jiyanê

Baskekê min tola pênç hezar salane

Carna Egîdim li Erûhê me

Carna Amara me li Besta û li Botanê

Carna Erdalim bazê  tolhildanim

Li ser sînga dujminanim

Carna Qazî Mihemedim

Li komara Mehabatê

Carnajî dibim întiqam li Xakûrkê

Carna dibim Melsa li Zagrosan

Ez hatim daliqandin li Çarçira

Ez hatim qirkirin li Gelîyê Zîlan û Dersîmê

Ez rastî kemînên bêbext hatim

Li dora min xelek danîn

Di şeveke reş û tarî de

Lê ez winda ne bûm

Carna çemberek ji agirim

Roja xwedi parêzim ji îfrîtan

Carna Zilanim dijmin ê gelê xwe

Jihev perçe dikim

Ez Pepûle me sînor ne nasim

Ji bo azadiya gelê xwe

Şaxavanekî bejin ziravim

Bi çek û birextim

Ez Zilanim hêviya Rojhilatim

                                            

 Azad EDESSA

                                                               Ji bo bîranîna Zîlan Pepûle

Kategori: Helbest