Tirkî  |  Erebî

 

 

 Zarok bûm û zarok mam

Di himbêza diyîka zengîn de veşartî bûm

Kesî ez nedîtibûm û nehatibûm dîtin

Di axa Mezebotamya de veşartî mabûm

 Di asmanê hîlala zêrîn de bûm

Di nava tîrêjê rojê de nepandî bûm

Dem ser  min re derbas bibûn

 ji ber dayîkê kirim

Sanciyên dayîka min zêde bûn

 Şehristaneke winda bûm

Dîrok bûm nahatibûm nivîsandin

Di ciwaniya xwe de ketibûm xeweke giran

Jineke bê jiyan ma bûm

Li ber deriyan perîşan û hejar mabûm

Min bi şîrê xwe yê zelal weke çemên

Firat  û Dicle yê mezin kirin

  Ziwa û bêhiş kirim

Dewlemendiya min ji xwe re birin

Piştî pênc hezar sal rabûm

Min dît ez dihimbêza hêviyê de me

 Lê, şehristaniya min wenda bûye

Piştî mirineke hezarê salan min serê xwe rakir

Di himbêza min de geya şîn bûye

kulîlk vebûn dar bişkivîne

Rabûm û meşiyan

Bûm Bêrîvan, Sema û Zîlan

 Destê xwe hilda û nivîsand

Bûm destan, dîrok û jiyan

Serokê min !!!

Dil nabe esîr û nayê giritin

Dixwazim dilê xwe bikim pireke

 ji bo dîtina û hisreta te ya salan.

 

Zeyneb Cûdî

 

 

 

Kategori: Helbest