Tirkî  |  Erebî

Ji bilbil û gula çiya re

Roj bilind dibe û tirêjê xwe belav dike

Bi rengê keske sor

Bi xweşikbûna xwe

Rojê pêşwazî dike

Xunava li ser pelên gulên çiya

Dilopî li ser ruyê erdê dike

Guhdar bike li dengê bilbila çavreş

Lê meyze bike li ser rêyê ezmanan awaz dixwîne

Erê ew girtin bêbexta, xistine qefesê

Lê wê çawa baskê xwe bi hejîne û bifire?

Ey bilbila dela bifire û ji dilê xemgîn re

Bixwîne wan awazên xwe yên xweş

Da ku gulên çiya rengvedin

Lê bilbila xweş awaz bê te kes nikare

Bi azadî û aramî bûyî li ser ruyê erdê

Erê gula çiya tu jî wek min digiriya ji bo bilbilê

Lê negirî wê rojek were bilbil azad bûye

Azad bibe

 

Zenda Avesta

Kategori: Helbest