Tirkî  |  Erebî

 

 

 

Kulîlkên Amara

Rêwiyê axa pîroz li Amarabûn

Evîndarê ramanê rojê

Nobedarê dozê bûn

Bûn dara jiyanê li Amara

Herikîn weke ava çeman

Qirkirin bi dengê yan azadî yan neman

Li ber xwe dan li dijî tank û topan

Rêheval Mustefa û Mehsumê ciwan

Bûn kulîlkên azadiyê li Amara

Cesareta wan xof û tirs berda dilê neyaran

Em soz didin bi navê Mazlum û Zîlana

Em ê bi tekoşîn

Rizgar bikin rojê ji nava çar dîwaran

 

 

 

Kategori: Helbest