Newroz
Hat dîsa cejna Newrozê
Şîn bû her der bi gul û nêrgiz
Serî hilda kurd bi rihê Mazlum
Pîroz kir cejna rojê pîroz
Mazlum bu sembola Newrozê
Geş kirin agir xurtkirina dozê
Şikandin zincîra koletiyê
Vekirin rêya azadiyê
Deng belav bû li zîndanê
Xeyrî, Mazlum, Kemal
Ew bûn sembola jiyanê
Ronî kirin herderê Kurdistanê
Ji kawa girt çira jiyanê
Xurt kirin agirê berxwedanê
Coş û peroş gihişt çiya
Bi ruhê ronahî û rahşanê
Belav bû li her derê cîhanê
Kurd rakir serhildanê
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 18 Adar 2014