Tirkî  |  Erebî

 

Payîze

Ewr civiyan li aso

Dibarînin hêsrên xwe

Li ser hinavên çiyayê Qendîl

Rûçikê wî yê bi ax,

Çavên wî yê bi kil û

Dilê wî yê bi êş û şewat

Firmêskê barayî, dicivin, dicivin

Dibin çem û rûbar

Diherikin ser dilê Dûkan.

 

Ewr û baran

Dibin mizgîna roja nû

Cejn, şahî û ken

Baran ji pişta yezdan e

Diafirîne viyan û jiyan

 

Qendil negrî

Ey xwedayê serbilind!

Negrî!

Ma tu nizanî ku serbilind nagrîn

 

Netirse, netirse.

 

Hemû baran

Jê nabin wêneyên te yê sor

Ku bi perên ezmanan,

Bi rengê xwîna evînadaran û

Bi destê êzdehê nemir afiriye

Wêneyên te narizin ta dawî

 

Xwîna( Mihyedîn, Alan û Rêdûr)

Alayên li ser singê te

(Çavreş) bûye gulek li ser hinavên te

Geş dikin dilê gelê xwe

(Sosin) bû çelengek, dixemlîne lûtkeyê şaxên te

Qendîl.

(Ristem û Sebrî) bûne sirûda azadiya giyana te.

Ji te dayîn û ji mecan û xwîn

 

Ji bo evîndarên te

Em her tolvan in

Hezar ji wan, kul û êşên dilê me re

Nabin derman

Venamirîne agirê dilê evîndaran

 

Berf venaşêre şoperiya wan

(Berfîn) bûye

Bûka Karûx a ciwan

Sorkdar dibê bo Xwedayê aştiyê

(Necbîr) canê xwe ji te re kir qurban

Ji mirin difarînin jiyan

Soz û biryar, em hilînin, tola şehîd( Întîqam)

(Doxan, Dîcle û Perwîn)

Bi hev re semah gerîn.

 

Dixwazim bigrîm, bigrîm

Ser (Sawaş)

Dê bêt firmêskên min

Bi bitefînin şewata dilê min

Ên li ser (Bawer)

Ezê bêjim, bêjim binivîsînim, biqîrim,

Ta bi agir û şewata dilê xwe, bişewitînim per û kaxizan

 

Qendîl!

Ey Xwidayê rizgariyê!

Xembar nebe

Bizanibe, ji bîr neke

Ku xwîn bihêztir e ji avê

Bila bibare ezman

Çendîn dibare

Nikare ji holê rake

Wêneyên pîroz...

 

Hemû ewr, hemû baran nikarin bişûn

Xwina şehîdan

Li ser ax û lat û zinarên te

Bila bibare baran

Ji xwe baran afiriye ji xwîna şehîdan

 

 

 

Kategori: Helbest