Piştî Te Serokê Min
Bihara rengîn bar kir!...
Zivistanê da der,
bager û babelîsok
bûne serdest...
Heyv winda bû
stêrk bûne radestê bo ewran.
Û asîman bû perdeyek reş
li ser serê min!...
jixwe demjimêr bû kîsok!...
Çima gelo?
Ma ev çarenûs e?
Yan, bêbextiya bê wijdan e!?...
Ev bazirganî ye...
bazirganî...
Bazirganiya jiyanfiroşan e!
Naxwazin kanî biherike
ji dilê şaristaniyê!...
Lê,
piştî te jiyan dojeh e!
lê bi ramanên te
ji nû ve ezê jiyanê bigirim.
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 14 Reşemî 2014