Hêviyên pir mezin veşartîne di nav bijangan de
Xwîn diherike ji çavan, veduguhere hêrsa tolhildanê
Wekî agirekî aciz bûye
Dilên mîna volkanekî tijî bûye û
Bi hevdûre lê dide
Dilên kû bi salane hesret dikşîne ji bo Roja xwe
Hemû dest dixwazin bibin xelekek
Li derdora girava Îmraliyê
Hemû mejî dixwazin bibin pêlek ji deryaya Marmara’yê re
Da ku bi hêrsa xwe perçe bikin zîncîrên li derdora Azadiyê
Dixwaze belav bike ew ewrên reş
Ên kû girtiye hemû deriyên ronahiyê
Hemû meh û demsal bi dengekî bilind qîr dikin û dibêjin
Ey Sibat!...
Wê rojek were ku dîrok derbixîne ew rûyên teyî veşartî
Ewê ronî bike ew şevên teyî reş û tarî
Ewê bikene rûyê zarokên ji çirûskên agir
Ewê geş bikin pêtên agirê Newrozê
Belê Sibat...
Bila bibarin hêsrên te û bişo dilê neyaran ê qirêj
Bila qîr bike dilê te û bibêje
Tu caran tarî nabe ew Roja me ya pîroz
Newal û Ruken
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 03 Reşemî 2014