Tirkî  |  Erebî

Di şevek tofanê hat

Bû wek birc û Polat

Li Ameda rengîn

Ji Pîrana şêrîn

Berbi azadiyê herikî

Deşt û çiya xerikî

Li welatê Kurdistan

Bû şervanê nemiran

Nav Kenan, bû Çiya

Dil hesin, bû pola

Li Zagrosan meşiya

Berbi Dersimê ve beziya

Dijminên xwînxwarê xwînmij

Destpê kir karên qirêj

Roja pîroz xwestin tarî kin

Hêrsa Kurd dîsa rakirin

Çarê Hezîran li Aksîrak

Dijmin ket nav tirsek

Çiya çû ser wek şêrek

Rakirin kozikan yek bi yek

Cengawerê Kurdan nemirin

Nav dilin bi milyonan

Çiya bû evînek

Evîn bû çiyayek

 

Şehîd Xelîl Adar

 

 

Kategori: Helbest