Erê heval
Jiyan carna bi naze
Carna jî hejdehare
Carne tu dikenî ez digrîm
Carna ez dikenim tu digrî
Min kir û nekir
Navê qederê nasnekir
Bi qasî misqalekê
Bi qasî xunavekê...
Lê min nedît kenek
Di wê ferhenga bêbext de
Sînorê me her penabertî bû
Erê dost...
Emê loma nekin Ji tu kesî
Ne ji xwedayê windayî
Ne ji evdên belengaz
Emê qederê tewanbar nekin
Ne li erdê ne li azman
Tu li min digeriyayî
Lê ez...
Di nava penç û destara
Şevek tarî de dihatim girtin
Dinalîm
Bi tenê, bê te
Min xwest bibim
Bihnek
Melodiyek
Tovek ji hêviyê
Li gelemperiyê
Dilsoziya te biçînim
Min xwest bibim biharek
li ser xaka dilê teyî beyar
Min xwest bibim havînek
da ku cefaya
bi bijangê çevê te ve
bûye zemherî bihelînim
Min xwest bibim payîzek
da ku bibim bablîsokek
tenê navê te bikolim li ser dilê xwe
Min xwest bibim zivistanek
Da ku rojek were
Bibim lîlav û
ji hinavê te biherikim
bihelim giyan...
Ji pênûsa gerîla
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 07 Berfanbar 2013