Di berbanga temenek çiyayî de
ref bi ref kew difirin
çûk dibezdin
goçberiya şermok
li ber bayek dîn dikeve
wek pelek zer
wek çûyînek bê xatir
û wek xûnavek xwembar
li ber şahidiya çiyayê pîroz
di siya cûdabûnek bê ser û ber
vegere
dûrbûyîn,qutbûyîn
ava rihê canê me zûha dike
ger tu bêy
emê kenê zarokê bê guneh maçî bikin
ger tu bêy
wê xwedawend neviya xwe ya dilşad hembêz bike
were da ku di jiyana me de roj vebe
were da ku roja me jîn bibe
ROJ-Û-JÎN-
ger tu vegerî wê mij barbikin
wê çiya fermandariyek destanî silav bikin
were rê hevala dil girav
sitranên aşiri û awazên çiyayî
bendewarê tene
bêrî kirin li ber simbilek genimî xwe di meyîne
rûyê qutbûyînê her tim zerdayek payîziye
ji çavê ewran av dipalîne
vegere
ji bo xatirê silavek gerîlayî
ji bo dildariyek ezmanî
em deyndarê evîna tene
di meşek asoyî de
em dîsa şopdarê doza tene...
MEDYA DOZ
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 07 Cotmeh 2013