Ramanê Roja Pîroz
Serî rakirin li ber zordestiyê
Qetandin zincîra koletiyê
Berê xwe dan çiyayên azad
Bi fikir û ramanê roja pîroz
Ava dikin kesayetek azad
Ji boy azadiya gel û welat
Li bedena xwe girêdan çek û rext
Bi fikrê ramanê roja pîroz
Tirs û xof berdane dilê neyar
Êrîş dikin bi rihê Zap û Oremar
Têkçû dijmin li ber bayê Gabar
Bi fikir û ramanê roja pîroz
Fêrbûn şer ji çeka Egîdan
Berxwedan wekî Mazluman
Teqiyan di dilê dijmin de wek Zîlan
Bi fikir û ramanê rojê
Esas girtin xeta Bêrîtan
Bûn kulîlk bêhndan her deran
Ruh dan mirî û zindiyan
Bi fikir û ramanê roja pîroz
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 03 Rezber 2013