Tirkî  |  Erebî

Çîroka dîroka te

Bi teşiya dayikan tê risîn

Şemala wêneyên te

bi derziyên berbûka

li ser nêrgizên zer

bi rengên kesk û sor tên nexşîn.

Bi dirûşmeya jiyana navê te

fêrî axaftinê dibin zarokên vî welatî.

Bi felsefeya te tên hunandin

ramanên nû dipişkivin.

Ev dil her roj bi te re parvedike jînê

bi te re pîr dibe

Ez dîsan li benda te me

Lê tu her nayî.

Ji Pênûsa Gerîla

 

Kategori: Helbest