Di zivistanên qerisokî de
Barana ku erdê şil û pil dikir,
Gijlokên di yek kêliyê de xemla xwezayê diguhertin,
Her lê dikir û her lê dikir
Lê gerîla
Hîn jî yên ku li ber fanosên lerzok rêdigrin berbi zanistiyê
Di nava konên bi tilên axî û bi naylon
Xwe dirêj dikirin
Li ber agirê pizotên dara kezwanê
Wê demê erd dibe doşek,
Kuç dibe palgeh
Çek dibe delalî li ber serê gerîla
Hîn ji zude ketibûn civata qisekirinê
Li ser lûleyên bênav û nîşan
Berê gerîla bû timî li asîmanên bêdawîbûnê
Di nava zeviyên ku hêvî jê diherikin
Rêz dibin şoreşgerên
Fedayî, şanoger, stranbêj, dengbêj…
Meşa dirêj ya gerîla bû di şevên tarî de
Roj dibûn demsal
Demsal bi xwere salan di herikand
Hîn bi dawî nebûye meşa gerîla
Hîn jî berdewame ev meş
Lê bêyî ku haya wan ji demên bihorî çêbibe
Li ser wan şîvereyên şahidiya dewsên zindî
Yên bi hezaran mirovî dike dimeşin
Lê bêyî ku dawî li vê şîvereyên gerîla were
Hemû tişt di nava ahengiyekê deye,
Hestên kîn, nefret, tolhildan,
berxwedanî, keyfxweşî, coşî
Her ku diçe dengvedide li geliyên berxwedêr
Li himberî rondikên bêçarebûnê
Gerîla yên ji êşên jiyan dikin re bi tov dibin
bi serî rakirinê re bejin didin
Ji lewra me gerîla di quncika dilê xwe de veşartiye
Ev çiya wargehên gerîla ye
Warê gerîlayên ji kedîbûnê dûr
Kesên kovîne….
Hindistan PENABER
Kategori: Helbest
Oluşturulma tarihi: 31 Tebax 2012