Tirkî  |  Erebî

 

Tîrêjên te li deryê dilê min da

Bi senfoniya ku min dikşîne xwe

Min çavê xwe li dinyayê vekir

Te li min guhdar kir

Bi dilekê tije heskirina jiyanê

Mizginiya xuliqandinê tu hatî

Mirovên dibin tîrêjên te de

Xwe germ dikin û sebra xwe tînin

Xwe bi agirê pîroz dişon

Bi axaftina xwedawenda evînê

Hest û heskirinê diçîne

Her sibe li benda hevdîtina te me

Hevpeymanekê di xeyalên xwe de

Didim ava kirin

Di pêşeroj û paşeroja min de tu hatî

Ji nişka ve

Ji nişka ve ewrekî reş û tarî

Li esîmana derket

Mijekî ku dixeniqîne

Ji min dizîn tîrêjên rojê

Winda kirin li derdorê min xetên zêrîn

Dizîn ji ber çavên min

Gerdûn tarî kirin

Nema em hevdu dibînin weke du evîndara

Weke Mem û Zîn

Xec û Siyabend

Derwêş û Edûlê

Êdî ez li cîhanê digerim

Bang dikim

Bang dikim dibin baranên gûr de

Bang dikim bi hemû hêza dengê x we

Li her cihî

Di nava asîman û stêrkan de

Û li derdora gerestêrkan de

Di nava kûrbûna deryayan de

Di nava daristan û bîstanan de

Di nava zinar û çala zuha

Dilekê bi tenê ma

Axîn pir xûrtbûn

Li şûna tîrêjên teyî germ

Dilekî ku ne dil e

Mîna volkanekî ku li benda teqandinê ye

Hêzekî pir xûrt di nav de digerî

Wexmekî agir jê hiltê

Ti sînoran nas nake

Bi rûhekî fedayî

Zivirîn careke din tîrêjên te

Ruxmê hûcreyên tarî

Di nava gireva ronahiyê de

Bi rakirina ala dîroka mirovahiyê

Li ser baskên kevokên aştiyê

Bi bang û soz

Em ê hûnera te bişopînin heya dawiyê

Tîrêjên te evîna min a yekeme

Û birîna min a yekeme

 

Engîzek Demhat

Kategori: Helbest