Tirkî  |  Erebî

 

 

Roj hiltê

Ji pişta çiyayekî çil û çar

Tîrêjên xwe

Mîna tîr û kevanekî

Li singa xwezaya rû biken dixe

Li asîmanê şîn û zelal

Xwe dike mêvanê

şanika ronahiya bê hempa

Bi xwe re dibe

rengê bizotên

ji agirê evîna xwe

Parçe parçe dike

Paşverûtiya îxaneta biratiyê

Davêje derzî

Hildigre pênûsê

Di nava tiliyên bedew de

Destpê dike

Dinivîsîne

Hestên hûnandî

Şev awirên xwe yên melûl

Li rûyê xemgîniyê dixîne

Hêrsa Bêrîtanê geş dike

Hezkirin wê mezintirîn dike û

Dibe mêvanê ronahiya jiyanê

Dike rêwîtiya rêya azadiyê

 

Zeynep Roj

 

 

Kategori: Helbest