Tirkî  |  Erebî

 Hewlêr ONUR 

Ez dixwazim li ser mijara lêgerîna jin a ji bo azadîyê binivîsînim. Dema mirov li ser çavkaniya lêgerînê bihizire, gelek mijar bi bîra mirov tê. Ger mirov bê lêgerîn be, weke ku ava di cihê xwede disekinê û naherike, bi wê sekinandinê qirêj dibe. Dema av qirêj bû jî, ji qirêjbûnê ziwa dibê û tu kes nikarê xwe nêzîkî wê avê bikê. Ev tê wateyê ku herkes ji wê avê nefret dike.   

Ger mirov xwedî lêgerîn be, weke ku ava zelal dibe. Ew dem bê hesap wê av biherikê û wê herkes bixwaze xwe nêzîkî wê avê bikê û wê avê berdê li ber bexçê gûla. Bi wê ava zelal ve, ew gûl mezin bibin û bîhna wê xwe li herderê belav bike û xweşekibun bidê jiyanê. Ew xweşikbun ji her mirov re pêwîst e.

Lêgerîn ji bo mirov tiştekî herî başe, lêgerîn dihêlê ku mirov xwedî armancên mezin be. Ger lêgerêna mirov nebe nikare bigihîjê armancên xwe. Mirov di nava jiyanê de bi lêgerîn û armancên xwe ve dimeşe û serkeftin digire dest. Lêgerîn dihêle ku mirov xwe nasbikê û rengê jiyana mirov jî xweşik bibê. Ew xweşikbûn û lêgerîn ji bo mirov dibe mafê jiyan û têkoşînê. Lêgerîn ji mirov re mezin didê hizrandin û dihêle ku bigîhe rastiya jiyanê. Ev jî bi xwe re zanistiyeke derdixwe holê.

Dema mirov rawşa jin a dîrokê dimeyzîne, rewş û rastiya ku jin di nav de jiyan kirî, mirov gelekî didê hizrandin. Gelo jin çima ket rewşekî bi vî rengî? û ji her tiştî hat kut kirin? Jin çima bêlêgerîn ma?

Arîsto Teles dibêjê “Di jin de tiştekî kêm heye.” Arîsto Teles çima nirxandineke bi vî awayî dike?  Di rastiyê de hêza jinê ji zilam pirtire. Lê ji bo ku bawerî ji jin re nehatîye dayîn û hertim bê bawerî nêzîkê jinê dibin, hêz û derfetên ku jin di jiyanê de derdixwe holê nabînin. Gelek fîlozofên din jî bi heman rengî ji jinê re nêzîk dibe û herdem di nêrxandinê xwe de jinê biçûk dibînê. Bi taybet di hûndirê civaka Kurd de nêzîkbûnekî bi vî rengî heye. Jinê di nav rewşekî bêderfetiyê de dihêlin, ji bo wê jî jin bê lêgerîn dimînê. Ev rewş dişibe çawa ku mirov pêşiya avakê bigrê û nehêlê ew av di rêya xwe de bimeşe. Di vê bingehê de pir nêzîkbûnên wisa jî di nava taritiya dîrokê de hate jiyan kirin. Jin herdem di nava çar dîwaran de maye û tenê bi xebatên di hûndirê malê ve mijûl bûye. Ev rewş ji bo jin weke çarenûseke hatiye sipandin. Weke ku tu bilbileke bikî nava qefesê û tûcar cîhan nebînê, ji jiyanê kut bibe û bi vê ve jî bê lêgerîn bimîne. Belkû jin pir biçûk di hat dîtin, lewre pêşiya jin bihata vekirin, wê demê jin pir pêşbiketana. Nêzîkbunê civakê dihişt ku jin wisa xwe bi nasê û biketibana nava lêgerînên mezin. Li hember her cûran nêzîkatiyên wisa jî di nava dîrokê de pir jinên qehreman derketin pêş. Jinekê bi navê Jeandark hebu, bi xwe ji Firansaye bû.  Ew jineke pir bi hêz û mezin bû. Cihê xwe di nava artêşa Firansayê de digirt. Li hemberî artêşa Îngîtere bi qeheremantîyeke mezin ve  di şerê xwe de serkeftin girt destê xwe. Lêgerîna wê ya ji bo welat û gelê xwe pir mezin bû. Ji bo wê jî xwe weke zilameke nîşanda û bi vê rengî beştarî şer bû. Weke lehengeke, weke sembola girêdaniya gel û weke jinê ku di xwaze ji bo welat xwe feda bike, di şerê xwe de serkeftin girt destê xwe derkete pêş.

Belê ji ber ku mijara me lêgerîna jin a ji bo azadîyê bu, min xwest bi awayeke kurt vê rastiya ku hatî jiyan kirin binirxînim. Sedemên bingehîn ku hişte jin ji lêgerîna xwe dûr bikeve çi bû? Dema ku mirov roja me îro dimeyzîne, hewleke ku jin dide pir mezin e. Lêgerêna ku jin ji bo azadîyê jiyan dike û di vê bingehê de têdikoşe, bi hêz û vîna xwe ya azad ve beştarî têkoşînê dibe, ji bo me wateyeke pir mezin dide afirandin. Ev pêşveçûn û serkeftina ku girtiye dest nîşan dike.

Jin niha di nava lêgerîneke pir mezin de dijî. Weke berê zagon û rêgezên civakê napejrîne. Li hember van nêzîkatiyan dikeve nava têkoşînê û ji bo xwe gîhandina azadiyê şerteke bingeh ê jiyanê dibîne.  Jin di roja me ya îro de wan zagon û rêgezan û jiyanekî bi vê rengî napejirîne.  Bi vê rengê, bi vê şêwaz û hizrandinê wê herdem di rêya azadiyê de bimeşe û lêgerîna xwe mezin bike. Jin gihaştiye astekî wisa ku bi zanebûna xwe ve li her deverê meşa xwe bidomîne.  

Her rojên ku derbas dibê hê bêtir jin dikevê nava lêgerînên mezin. Bi vê rengê jin bi coş dibe, xiroş dibe û herdem hêviyeke pir mezin ve jiyan dike. Di roja îro de, mirov her çar parçên Kurdistanê dinêre, tevlîbuna jin ji xebatêre û lêgerînê wê ya ji bo azadîyê û meşa wê ya ber bi welatekî azad û wekhev, gêş dibe.

Jin êdî gihaştiye wê astê ku bi awayeke azad bikaribe beştariya xwe ji hemû xebatan re çêbike. Bi vê ve mafê jiyanê ji xwe re bigirê û tevbigere. Her roj ku derbas dibê, jin dixwazên xwe yê azadîyê bilêv dike. Jin naxwaze bi kevneşopî û nexweşiyên xwe ve bikevê nava jiyanê. Daxwaza wê ya herî mezin ew e ku; her mirov bi awayekî azad û bi hewirdoreke aştiyê de bijî. Êdî jin naxwaze tu kes êş bikşînê û rondikên çavên mirovan neherikin. Bi hest û ramanê xwe ve jin dibêje ku pêwîst e her mirov azad bijîn.

Jin wê herdem bikevê nava lêgerînên mezin û meşa ber bi azadî yê ve bidomîne. Jin bi têkoşîna xwe ve lêgerînên xwe mezin dike û derfetên xwe ji bo jiyanê diafirîne. Jin bi her rêbaz û şêwazî hestên xwe yê ji bo azadiyê bilêv dike. Bi raman û hestên xwe ve têdikoşe û dengê xwe li her hewirdorê cîhanê belav dike. Di hûndorê Kurdistanê de, li gor êş û janê ku jiyaye, di nava lêgerînên mezin de xwe pêş dixwe. Dema ku em ji jineke re dipeyvin, lêgerînên xwe yê azadîyê bilêvdike. Di vê bingehê de em dikarin bêjin ku lêgerina jin gihiştîye astekî pir mezin. Pêwîste jin bi lêgerîn û armancên xwe ve hê bêhtir têbikoşe û rêgez û xwezaya xwe ya azad li her derê belavbike. Ancax di vê bingehê de jin dikare têkoşîna xwe mezin bike û bi vê ve bigîhîje serkeftinê.

Pêwîst e her jinekê bikevê nav hewildanên mezin, ji bo azadî û rûmetiya mirov û ji bo lêgerînên xwe yê bingehîn, hewl û keda xwe mezin bike. Jin wê bi tevlîbûna xwe û hewildanên xwe ya ji bo azadîyê bigîhîne qonaxa herî bilind. Di her tiştî de bawerî ji bo mirov pêwîste, di her tiştî de bawerî û lêgerîn dihêle ku mirov hê mezintir û azadtir bibe. Bawerîya jin di roja me ya îro de pir mezine û di nava têkoşînê de hêza bingehîn a ku jinê didê meşandin e. Jin bi coşekê pir mezin di nava lêgerîna azadîyê de cihê xwe digire. Bi têkoşîna xwe ve bewerîya azadîyê herdem di dilê xwe de dide jiyan kirin.

Têkoşîn ji bo lêgerîna azadiyê bingeheke serekî ye. Mirov bê têkoşîn nikare bigîhe armancên xwe û rêgez û ramanê xwe nikare bijî. Ji bo wê jî tişta herî birûmet lêgerîn û têkoşîne. Di vê bingehê de di nava xebata azadiyê de cîh girtin û heta dawî têkoşîn meşandin, ji mirov re hesteke mezin dide jiyan kirn.

Jin wê bi lêgerîna xwe ya azadiyê û têkoşîna xwe ve bigîhîje serkeftinê. Pêwîst e jin tûcar bêlêgerîn nemîne û herdem di xeta azadiyê de bimeşe. Lêgerîn di nava xebata azadiyê de bingeheke mezin e û ji bo her mirov û bi taybetî jî ji bo jinê pêwîstiyeke yekemîn e. 

 

Kategori: Lehengên Jin