Tirkî  |  Erebî

savasan kadin kadin ordulasmasi

Dibe ku her kes ango her civakek, têgeha parastinê li gor nêrandina xwe ya jiyanê an jî li gor şert û mercên di nava demê de tê avakirin şirove bike. Di nava hemû zindiyan de xweparastin weke hêmana bingehîn ya domandina jiyana xwe ye. Di mirov de parastin, zekayê aqil û ya hestan ve tê bi wate kirin. Di zindiyên din de jî, zeka hestiyar bi bandore. Em dema ku behsa civaka xwezayî dikin, mirovahiyê xwe di wê demê de jî parastiye.

Ji ber em pirî caran parastinê, wekî tenê li hemberî şidetê tê ava kirin digrin dest, ev jî nêzîkatiyek gelek şaş bi xwe re derdixe holê. An jî em pirî caran tenê bi hêza lêşker, an kesên çek girtine destê xwe re dibêjin ew parastinê dikin. Ger wisa ba, beriya leşker an jî mirovên bi çek derbikevin wê însanan pêwîstiya xwe bi parastinê nedîtiba. Xwe parastina mijareke kûre. Li her cihê ku mirov palpişta xwe dide, lê jiyanê ava dike li wê derê xwe parastin dikeve dewrê.

       Her çi dibe bila bibe, ger zindiyek an jî hebûneke madî yan jî manewî, ne xwediyê parastineke rastteqîn bin wê mahkûmî xirakirin û ji holê rakirinê bin. Ji roja ku mirovahî bi heyîna xwe hesiya û vir ve her tim pêwîstiya xwe bi parastinê dîtiye. Em dema li heyîna xwe ya jiyanê binirin, gav bi gav parastin xwe li mirovan ferz dike. Xwe parastin, ji takekes heta koman, ji koman, heta civakan û ji civakan, heta netewan dikare werê pêşxistin. Bêguman şêwazê parastinê cur bi cur hene. Dibe ku em gelek caran di wateya hişk ango teng de lê dinirin. Ev nêrandin pirî caran me dibe encamên şaş.

       Rêbertî, têgeha parastinê bi tewriya gul û striyên wê hîn zêdetir di warê felsefî de nêrandinek nû bi me re da ava kirin. Rêbertî, di hemû dahurandin û parêznameyên xwe de cihekî fereh daye mijara xwe parastinê. Aliyê xwe yê dîrokî gelek berfirehe. Gelek kesan li ser mijara parastinê pirtûk nivîsandine, an jî gelekan pênaseyên cuda cuda dane pêşxistin. Em weke gelê Kurd, bi sedsalan ji vê peyîvê biyanî man. Em ji zanebûna vê bê par man. Ji ber wê Rêbertî dibêje, tenê hebûna xwe ya fizîkî parastin pir pêşketina wê civakê ango heyîna wê civakê îfade nake. Ev rastî, di şexsê jinê de hîn bi awayekî kûr dest girtin pêwîste. Rêbertî dibêje; li ser rûyê vê erdê hebûna herî ji parastinê dûr hatiye xistin jine. Bi rastî jî dema em, li heqîqetê dinirin, pir vekirî tê dîtin, ka bê çiqas em mahkûmî jiyana bê wate hatine kirin. Jin bi rastî jî birçiyê parastinê ne.    

       Pergala ku xwe dispêre hezarî salan, jin aniye rewşekî wisa, li şûna parastinê, deriyê mirinê pêşkêş dike. Mirov dikare bêje, civakê, ji roja ku pergala xwe ya jiyana xwezayî, ji dest da, ew dem parastina xwe jî ji dest da. Ev jî bi awayekî herî eşkere di şexsê jinê de mirov rihet dikare bibîne. Roja îro de, tişta ku dibe sedema bingehîn ya jin, dawî li jiyana xwe bînin, xwe întîhar bikin, rastî her cûr lêdan, îşkenceyê werin, bên tecewuzkirin, nebûna xwedî hişmendiya xwe parastinê ye. Ev rastî li tu welatî nayê guhertin. Li welatên ku qaşo xwe xwediyê mafên mirovan dibînin, li wan deran herî zêde jin têne qetilkirin û rastî her cûre lêdanê tên. Li gelek welatan bazara jinan tê kirin.

       Mînak li Meksika salê çiqas jin têne revandin û rastî her cûre rewşên dij ehlaqê civakê tên. Dîsa li Îran, Avganistan, Japonya û her wiha li gelek welatên din jin ne xwediyê tu mafî ne. Li Tirkiyê jî heman rastî tê jiyan kirin. Roj derbas nabe û li tirkiyê jinek neyê kuştin. Ev jî weke bûyerên gelek ji rêzên têne dayîn û wisa derbas dibin. Eger li hember pergala mêrê serdest di roja îro de, jin xwe di warê hişmendiya parastinê de kûr neke ewê her tim mahkûmî jiyana erzan bê kirin. Ji ber ku di roja îro de herî zêde li ser jinê êrîşêkî di her warî de heye. Ji hebûna fîzîkî bigire heta nava malbatê, ji malbatê bigire heya taxan, ji taxan bigire heya dibistanê, ji dibistanê bigire heya qadên kar, ji qadên kar bigire heya qada siyasetê, ji qada siyasetê heya fikirî, bidozî û exlaqî êrîşkariyek pir dorfereh tê kirin. Ji xwe di qada medaya de, hed û hesapê xwe tuneye. Qada medyayê, di ev dema ku em nav lê dikin serdema teknolojî û sanalê, di şexsê jinê de li ser navê çand û exlaqê civakê tiştê heyî modernîze dikin heqîqeta wê berovajî dikin. Pêşî girtina vê rastiya ku mirovahiyê ser berjêr dike jî hişmendiya parastinê ye. Di serî de parastina fikirî pêk werê wê pêre hemû qadên jiyan lê tê neqişkirin werê parastin. Li gel van hemû aliyên parastinê Rêber Apo, li Kurdistanê destpêkek ava kir ew jî artêşa jin bû. Yek ji çavkaniya xwe parastinê bûyîna hêzê ye. Di dîrokê de bi hezaran mînakên jinên şerker, li awrûpa, Rojhilata Navîn û li Kurdistanê hene. Lê bi awayekî rêxistinkirî, avakirina hêzek leşkerî ya jin tuneye.

       Di nav şoreşan de jinan heya radeyek xwe di warê xweser de bi rêxistin kiribin jî lê eviya pir demdirêj domdar nebûye. Me îro li her çar perçên kurdisanê xwe li ser vê mîrasa dîrokî ava kiriye. Lê li gor şert û mercên Kurdistanê, Rêbertî hêzek jin ya bi çekê, parastina xwe, welat û gelê xwe dike weke tiştekî nebe nabê li kurdistanê ava kir. Em roja îro girîngiya vê rastiyê baş dibînin. Rêber Apo ev meş bi hevalekê dest pê kir îro em bi hezaran jin di eniya şer ya pêş de cih digirin. Me di her warî de erka parastina hemû jinan girtiye ser milê xwe. Her wiha erka herî bingehîn jî ewe em hişmendiya xwe parastinê karibin di hemû jinan de ava bikin.

         Bi derketina çeteyên Daiş'ê re hişmendiya êrîşkar, dagirker, şerxwaz û desthilatdar xwe gîhand mertebeyek herî hovane di dîroka mirovahiyê de. Li hemberî vê hêza terorê jî em weke hêzên parastina hemû jinan bi vîneke mezin û bi baweriyeke xurt sekinînin. Çeteyên daiş'ê di hemû kiryarên kirinî de jin û zarok kirine qurbanî. Ev jî dide diyar kirin ger jin parastina xwe xurt neke metirsiyek mezin li ser wê heye. Bi hezaran jin revandin û di meydanên mirinê de îşkence kirin û piştre bi awayên herî hovane kuştin. Gelek hêzên mezin yên xwedî teknîk bûn, li hemberî Daiş'ê şikestin. Lê li Rojava, tevî hemû kêm derfetiyan jî şikandina hêzekî weke hêza daiş'ê serkeftinek pir mezin bû. Ev serkeftin bi zanebûna xwe parastinê hatin bi dest xisitn. Şoreşa Rojava beriya her rêxistinkirineke cuda avakirina hêzekî ya parastinê dida ferzkirin. Yekîneyên parastina jin YPJ'ê, ava bû. Dûre hêzên parastina cewherî, hêza jinê ya asayîşê û hêzên antî terorê hatin avakirin. Avakirina van hêzan heya astekî bandora xwe li ser hemû gelên Sûrî û tevahî jinan kir. Rastiya ku tekoşîna me bi xwe re derxist holê tevahî dinya hejand. Tevî em di gelek aliyan de hîna jî nebesiyan dijîn, lê ji ber me xeta xwe parastinê bawer kiriye em bi serdikevin.

Em her çiqas weke jinên kurd kêmek bejî bûne xwediyê hişmendiyek ya parastina cewherî, lê hîna tekoşînek mezin ji me tê xwestin. Di her qada jiyanê de êrîş heye, kuştin û revandina jinan heye. Rêbertî bi qasî deryayekî berhem ji me re daye ji bo em xwe li ser perwerde bikin. Ji bo wê em çiqas xwe baş perwerde bikin emê ewqas karibin ferasetek rast ya parastinê di bi xwe re ava bikin. Rêber Apo dibêje ya azadî ji xwarin û avê zêdetir ji bo we hewcedarî pê heye. Ev ji bo parastinê jî wisa ye. Ger em weke jin xwe di rêya gîhandina zanebûnek têrker ya parastinê de kilît nekin wê hêj bi hezaran jin bibin qurbaniyên hişmendiya mêrê serdest. Ev zanebûn bêguman di serî de ji me her şevanekî jin yê parastinê tê xwestin. Rêya vê jî di tekoşînkirinê re derbas dibe. Em jî niha li ser wê bingehê xwe perwerde dikin û bi perwerde kirinê re jî zanebûna xwebûnê û xwe parastinê dixwazin ava bikin. Zanebûna her jinekî çeka herî mezin ya parastinê ye. Em ji bo vê çekê hîn bi bandor bi kar bînin û ji bo em bikin malê hemû jinan tekoşîn meşandin ji bo me weke ferza nimêjê ye. Roja îro jî li hemberî van hemû xeteriyan tenê rêyeke me bibe serkeftinê heye, ew jî bilindkirina tekoşînê û avakirina hişmendiya parastina cewherî ye. 

Şaristan Nurhak

 

     

 

 

Kategori: Lehengên Jin