2019 01

Di salvegera 40 emîn de vejîna PKK’ê li tevahiya Kurdistanê bi coşeke mezin tê pîroz kirin. Weke her salê di sala 2018 an de jî li her derê agirê azadiyê pêbikeve û gelê Kurd bi kelecaneke mezin roja vejîna gelan pîroz dikin. Em di hewl didin da ku bikaribin bibin PKK’yî ji bona ku di şerê azadiyê de bibin xwedan serkeftinên mezin.

Roja Newrozê, 4’ê Nîsanê û 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd weke roja cejnê tê pîroz kirin ji ber ku di rojên wiha de carek din rêya têkoşînê bi agirê azadiyê re geş û bi hêz dibe. Heman demê de ew di wateya vejîna nû û hebûna xwe bi dest xistinê ye ji ber vê bi coşeke mezin û bi cewherî tê pêşwazî kirin. Xwedan hêviyê azadiyê ne, bi yekîtiya gelan re ji bo rojên azad bi hevre tê pîroz kirin. Ji bo serkeftineke mayînde emê têkoşîneke bê dawî bidin da ku teqez bigihîjin jiyaneke azad.

Heval Fuat bi zimaneke herî cewherî û xwezayî rastî û cewhera PKK’ê pênase dike ji ber wê helbesta heval Fuat diyariyê tevahî hevalan dikin.

Rastiya PKK’ ê, rastiya Serokatî ye. yekbûna van her du pêyvan de jî rastiyên şehîdan û berxwedana wan derdikeve holê.

Di serî de vejîna PKK’ê li mîmarê azadiyê Rêberê mirovahiyê pîroz dikin. Bi navê tevahiya hevalan hezkirin, bêrî kirin, rêzdariyên xwe diyar dikin. Ruxmê êrîşên pir dijwar tevgera azadiyê PKK’ê heta roja îro bi serkeftinên pir mezin bi dest xist, têkoşîna xwe gihand tevahiya cîhanê, bû dengê mirovahiyê bêguman bi têkoşîn û berxwedaniyên qehreman re berdêlên pir mezin hat dayîn û PKK’ê navê xwe di dîrokê de dan nivîsandin. Serî de bi şehîdên mezin Heqî Karer û tevahiya şehîdên şoreşê re berdêlên pir mezin hat dayîn û serkeftinên mezin hatin bi dest xistin.

PKK’ê di rastiya fermandar Delal de roj bi roj ber bi serkeftinê re bimeşe ji ber ku cewhera PKK’ê bi berxwedaniyên Delal, Azê, Berçem û tevahiya şehîdên qehreman re bi biryardariyeke xurt bi girêdanbûna şehîdan re berpirsiyartiyên me yên sereke xwedan hewildanên şehîdan derketin û ala azadiyê ber bi asîmanan re birin û teqez gihîştina serleftinê ye. armanca gerîlayên Kurdistanê sala nû de misoger kirina serkeftinê ye. heman demê de salvegera PKK’ê tevahiya gelên berxwedêr û dildarên azadiyê pîroz dikin. Emê ji her demê zêdetir bi biryar, bi moral û bi îdaa jiyan bikin. bi meşa bi hêz re emê bigihîjin rojên azad.

Bêguman pênase kirina PKK’ê ne hêsan e ji ber ku pênaseya PKK’ê di rastiya şehîdan û fêmkirina Serokatî r derbas dibe bi qasî ku em Serokatî û şehîdên azadiyê pêk bînin emê ewqasî bigihîjin rastî cewhera PKK’ê. Serokatî dibêje; “PKK’ê roman e.” Belê PKK roman e, romana tevahiya zindiya ye. herkesên ku daxwaza azadiyê jiyan bikin ewê bibin mirovên PKK’yî û dildarên PKK’yî.

Belê, ji ber ku derfetên heyî dest nadin em nikarin salvegera PKK’ê bi awayeke vekirî pîroz bikin ji ber ku rastiyên dijmin kêlî bi kêlî li pêy me jiyan dike. Lê ez bawer dikim her hevalek di dil û mêjiyê xwe de kelecaneke pir mezin jiyan dike û di dil de vejîna tevgera me pîroz dike. Dibe ku em nikaribin derkefvin derve û agirê azadiyê pê bixin lê agirê azadiyê di dilê me de wiha geş dibe ku bi germahiya vê agirê re tevahiya deşt û çiyayên me germ û zindî dibe. Ne tenê di vê rojê de bêguman di her kêliya jiyana me de vejîna PKK’ê tê pîroz kirin û mirovên PKK’yî xwe pir bi şans dibînin. di meha Mijdarê de vejîna PKK’ê pir cuda ye û tevahiya kêliyên pêre weke destanên dîrokî derbas dibe.

Salên dirêj li pey xwe hîştin di nava van salan de şerên pir dijwar hat meşandin û di van şeran de destanên qehreantiyê hatin nivîsandin. Di van salên dawî de jî weke tevger bi êrîşên dijwar re rû bi rû man. Lê em mirovên bi bawer in ji ber wê emê vê pêvajoya dijwar jî li pey xwe bihêlin û rojên bi şewq li pêşiya me ne. Di van salên dirêj de destkeftiyên mezin hatin bi dest xistin heman demê de danehevên pir xurt derketin holê. Bi qasî ku em bibin PKK’yî emê bi qasî wê bikaribin bigihîjin zaferê. Hêviya gelan bi gerîlayên Kurdistanê re girêdayî ye. wê demê emê bikaribin di nava dîroka mirovahiyê de cîhê xwe bigrin.

Em di salên zivistanê de ji perwerdeyên birdozî derbas dibin. Bi armanca kur kirina asta birdozî û zanistiyê re derfetên xwe bi rêxistin dikin. Dibe ku derfetên zivistanê ji bo gerîlatî zehmet be lê gerîla di her demsalê de dikare derfetên têkoşînê ji bo bersivdayîna serdemê ava bikin. Em tevahiya jiyana xwe ji Serokatiyê fêr dibin. Dibêjin gerîla xiluqdarin. Bi rastî kampên zivistanê aliyên wê zehmet hene lê belê gerîla dikarin bi xiluqdarî mehên dirêj bi awayeke dewlemend derbas bikin. Gerîla her tim bi tevger kirinên xwe ve tên nas kirin lê belê di demên zivistanê de aliyê tevger kirinê de hindekî astengî çêdibe. Gerîla her tim dixwaze bimeşe, di nava tevgerê de be, çalakî û erk bigre. Ji bo gerîlayan dibêjin; “Gerîla li her derê ne lê ne ti derê ne.”  

Em ji pêvajoyeke pir dijwar derbas dibin. Navê kampa me jî Şehîd Sarya Amed e. di demên pêş de bi awayeke dirêj ezê behsa heval Sarya bikim. Bi kedeke mezin kampa me bi hewldana hevalan re hat avakirin, dibe ku ez nikaribim tevahiya merheleyên ava kirinê bibêjim lê bi qasî ji destê min werê ezê hewl bidim kedê hevalan vebêjim.

Rojnivîsa kampa me de emê cîh bidin tevahiya hevalan. Hevalên li gel me piranî ji nivîsandinê hezdikin ji ber wê ez di wê baweriyê de me emê zehmetî nekişînin. Ez bi xwe jî ji xwendinê zêdetir nivîsandinê hezdikim. Dema ku ez nû beşdar bûm rêveberiya yekîneyê heval Gulan bû (piştre şehîd ket) ev hezkirina nivîsandinê bala heval Gulan jî kişandibû ji ber vê lênûs û pênûseke diyarî da min. Bi rastî ev cîhê şanaziyê bû ji bona vê demek dirêj min her tim nivîsand lê ji ber ku ev du sala dawî pir tijî derbas bû di aliyê nivîsandinê de jî kêm mam lê belê di vê kampê de ezê dîsa bizivirim berê. Dema ku dinivîsînim heman demê de dixwazim mafê wê jî bidim ji ber ku divê her kêlî bi awayeke têr û tijî bê nirxandin. Heval Delîl berpirsiyarê rojnivîsê ye. Nizanim dibe ku ji ber vê be piştî ku dest bi rojnivîsê dike di destpêkê de çend rûpel vala dihêle da ku bi min bide nivîsandin. Çend roj derbas nebû ku heval Delîl lênûs di dest de berê xwe da cîhê me û got; “Heval Evîn min rojnivîs anî, di demeke kurt de binivîsînê ezê keyfxweş bibim.” Her çiqasî wê demê ez ne amade bim jî lê ji ber ku ev bibe dîrok ezê hewl bidim bi awayeke baş binirxînim.

Nivîsandina jiyana gerîla dibe ku zehmet be lê belê tevahiya têkoşîna azadiyê dîrokeke nû ava dike jiber vê xwedan girîngî ye. Ev yek berpirsiyartiya tevahiya rêhevalên me ne. Dibe ku di aliyê wêje de zêde ne xurt bim lê tişta ku bi me dide nivîsandin hestên herî paqij yên rêhevaltiyê ye. Çawa ji dilê min werê ezê wisa binirxînim. Hêvî dikim heval ji min fêm bikin.

Bi vê zivistanê re wê bibe zivistana min a 23 emîn. Di nava 23 sal de gelek tişt hatin jiyan kirin, gelek canên giranbûha di dilê min de cîhê xwe girtin û dema ku ber bi stêrkan ve bi rê ketin bûn hêvî, bûn bawerî û bûn hêza têkoşînê. Gelek can xwe ji bo doza welat feda kirin. Ez ji ku derê destpê bikim. Egîd Garzan, xwîngermiya Axîn, evîndara Amedê Gulan, Dersîm Çiya ê weke çiyayeke bilind, Koçero, Sozdara ciwan ya ku roj bi roj mezin dibû û gelek hevalên ku di dil û mêjiyê min de bi cîh bûn heman demê de bûn rênîşana jiyana min.

Gelek hevalên ku di dilê min de bi cîh bûne di têkoşîna min de diyarker in ji ber ku ez bi hêza wan hevalan re li ser linga disekininim. Heval Berçem ji hêla manewî de her tim bi re jiyan dike bi taybetî di vê kampa me de dibe çavkaniya hêzê. Kedeke pir mezin ji bo me da ji bona vê emê her rim hewl bidin da ku xwedan hêza şehîdan derbikevin. Ez hêvîdarim emê di vê kampê de bîranînên herî xweş jiyan bikin û em ji bo bihara pêş bi hêzeke mezin xwe amade bikin.

 Wê Bidome….

Kategori: Lehengên Jin