Tirkî  |  Erebî

Şehîd Têkoşîn Şoreş

JINEN LEHENG SIBAT

Serokê min, em rojeke wisa jiyan dikin ku peyv şerm dikin xwe li ser rûpelan bineqşînin. Asîman rondik dibarîne ji bo ku bûye şahîdê reşbûna erd, dar û windabûna mirovahiyê. Serokê min, te evîna xwe li tevahî cîhanê qîr kir û da bihîstin, lê belê me xwe ker kir û dengê te ye ku ji pêlên azadiyê tên ne bihîst em nebûn bersiva keda te a pîroz.

Ger em bûbane bersiv wî demî di bin siya ala me de li ser van çiyayên azad me yê bi hevre evîna xwe qîr kiriba ji zinaran re.

Îro ji rojan 15 ê sibatê ye. Celadê azadiyê şûrê xwe rakiriye li ser tevahî Kurdistanê. Wek tevahî hevalan ji bo min jî roja reş û tariye. Weke jinekê xwedî li nêrînên we derketin û li gor wê xwe nûkirin erka me hemûya ye. We di nav ewqas zor û zehmetiyan de jiyanek nû ji me re afirand. Ji pergala qirêj em xilas kirin û ji nav pencên zilamê desthilatdar rizgar kirin. Derfetên ku we ji me re avakirî ji bo me mîrateyên(miras) pir bi nirx û pîrozin. Yê ku xwedî li vê keda we derketiye û xwe gihandiye xeta jiyana azad hevalên şehîdin. Dizanim ku di her alî de ez kêm dimînim, lê belê daxwaziya min a herî mezin ewe ku xwedî li keda we derketine. Yê ku min bigihînê vê armanca min jî xeta ku we ji bo me afirandiye û hevalên şehîdin. Îro her gerîlayên ku dilê wan li van çiyayên azad diavêje li hember we rexnedayina xwe didin. Ez jî yek ji wan gerîlaya me. Çiqas ez bixwazim hestê xwe bînim ser ziman jî, lê belê pir zehmetî dikşînim, ji ber ku tu peyv, hevok nabe bersiva van hestan. Di vê rojê de ewrên reş, xemginî tijî li ser tevahî Kurdîstanê belavbûne. Serokê min dijmin çiqas bixwaze we bi fizîkî girtî bihele jî em dizanin ku rihê azadiyê qed nayê girtin, zincîr lê nayê xistin. Keda ku îro we di şexsê Kurdistan ê de li tevahî cîhanê belav kiriye di hemû dilê gelên bindest de bûye şewqa hêviyê. Her çiqas dijmin bixwazibe me ji nêrîn û perspektîfên we qut bihêle jî nikare ramanên wê ji dil û mejiyên me derbixê.  Hûn mamosteyê tevahî gelên bindestin. Ez dixwazim bibim pênûs û rûpel ji romanên we yê hemdem re. Ez dixwazim bibim deryaya kulîlkan ji bo azadiya we.

 Serokê min, ronahiya riya me; ez bi hêza azadiya we jiyan dikim. Bi dilopên xwînê, hestê xwe yê kûrahiya dilê xwe li hemberî we tînim ser ziman. Hûn ji bo min nasnameya jiyana azadin, ji ber ku yê ez gihandima serê van çiyayan hûnin. We ji tûnebûnê hebûn avakir. We ez gihandim cewherê min û hûn ji min re bûn Rêberê jiyana azad. Ez jî di nav wê behra hebûnê de pêlekim û ber bi evîna we ve diherikim. Di nav vê herikandinê de bi alîkariya we ez bûm dildarê welatê xwe. Ez bûm jineke ku ji bo azadiya xwe û welatê xwe şer dike. Dîrok, jiyan ji bo min di vir de destpêdike û ez dizanim ku jiyana bê dawî bi azadbûyîna we ve gengaze, ji ber wê ez her roj vê sozê ji xwe re dubare dikim " hebûna we azadiya min e."

Kategori: Lehengên Jin