Tirkî  |  Erebî

DERYA AMED

jinenleheng cotmehHun bûn hêviya min û ya bi milyonan mirovî. Di kêliya ku her kes digot; “her tişt xilasbû” We gava herî girîng avêt. We navê xwe û navê me, ango navê bi milyonan mirovî bi tîpên zêrîn nivîsand di rûpelên dîrokê de.

We ji nûve can da hemû nirxên mirovahiyê yên ku bi tunebûnê re rû bi rû mabûn. Niha gelek dihizirim, bi rastî jî heger hun, fikr û felsefeya we ya azadiyê neba, wê mirovahî berbi kuve çûba? Civaka ku ji nirxên xwe yên exlaqî dûr ketibe misogere ku wê nikaribe demeke dirêj xwe bide jiyîn. Civakek ger exlaqî û polîtîk be dikare xwe rêvebibe, ger ne wisa be neçare ku jiyaneke ji rêzê bijî. Ji ber wê ye ku hebûna we dişibînim roja ku herdem mirovahiyê ronî dike. Çawa ger roj nebe jiyan jî nabe, ger hun jî nebin wê mirovahî jî nebe. Asta îro mirovahî gihayê bi rastî jî rewşeke bi talûke nîşan dide. Şer, hilweşîn, kaos, qirîz her zêdetir pêşî li hestên mirovahiyê digrin. Êdî mirovahî hatiye rewşeke wiha ku nikare nefes bigre. Di rewşeke wiha bi qirîz de paradîgma û felsefeya we avakirî ji bo mirovahiyê erka nefesdanê digre. Heger mirov firk û ramanên we rast bixwînin û heger li gorê wê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin, ji bo avakirina jiyana azad ti astengî li pêşiya me namîne. Di vê rewşê de erka herî mezin dikeve ser milê me kadroyan. Divê em we baş fambikin û pêkbînin da ku em ji bo giştî gelan, ji bo civakê pêşengiyeke rast bikin. Hun hêviya bi milyonan mirovanin, hun hezkirina jiyanê ne. Ji bo me jinan jî hun navê din ê jiyanê ne. We hêvî û hezkirina jiyanê ji nûve bi me da qezenc kirin. We civakbûn cardin li derdor çanda xwedawendiyê da avakirin. We hêza jinê ya veşartî ji nûve derxiste holê. We ji kûrahiya dil û ramanê xwe de rastiya jinê hîs kir û tekoşîna azadiya jinê xiste navenda hemû xebatên xwe. Di oxira vê de jî we şerekî mezin li dijî pergala mêrê desthiladar da destpêkirin. Wek jin îro em di navenda vî şerî de ne. Ne li qerax ne jî li kêleka şer de ne. Me soz daye heya em we ji zindana Îmraliyê dernexin, emê dev ji vî şerî bernedin, emê heya dawî têkoşînkirinê ji bo xwe esas bigrin. Di vê mijarê de em heya dawî bi hêvî ne ku emê bi hevre meşa azadiyê bighînin zafer û serkeftina mayînde… 

Kategori: Lehengên Jin