Tirkî  |  Erebî

Şehîd Nûjiyan Erhan

sehit barin kobanii

Rûkenî sînoran dilerizîne. Hin kêliyên ku rûpel nikarin pênaseya wê bikin, kenek ewqas xweşik pênase dike ku… Di yek kêliyê de şênber dibe nepeniya wê kêliyê. Ken xweşikbûnek cûda dide mirovan. Dibe ku ken xwedî taybetmendiyeke xweser be. Lê kenê herî bedew ê min dîtî, aîdê gerîlayeke jin bû. Gerîlayeke ku mîna navê xwe rûliken a ku nedikarî li cihê xwe bisekine.

Seknandin ji bo wê mîna mirinê bû. Bi qasî dijwariya avên biharê diherikî û her zindî bû. Xwedî jiyaneke pir dewlemend bû. Çavên hevrêyên wê li her derê her li wê digeriyan. Barîn, bi qasî hênikiya bayê sibehê zelal û paqij bû. Bi qasî Avaşîn dilşad û bi rewneq bû. Bi qasî Cîlo asê û xweşik bû. Şervaneke azadiyê ya ku ji jiyanê bi qasî ku di oxira wê de bimre pir hezdikir bû.

Çavên mirovan, derûniya mirov jî dide diyar kirin. Ger hun li çavê mirovekê binêrin, hun dikarin fam bikin ka di wê kêliyê de çi hîs dike... Ji xwe gotinek heye dibêje; çav eyna dila ye. Di çavan de veşartiye hest û serpêhatiya mirovan. Hem xemgîniyê dihewîne di nav xwe de, hem jî şadiyê. Hem xemê hem jî hêviyê. Lê ji bilî vê xwedî gelek wateyên cihê rengin…

Hun qet rastê du çavên rûliken hatine?!... Çavên di nava xwe de rûkeniyê vedişêre. Çavên bedew û şîrîn… Gelo siya kenê çawa dide çavan?!...

Min gerîlayeke bi navê Barîn a ku dema dikene çavên wê jî dikenin nas kir. Helbestvanek hezkiriya xwe bi vê hevokê pênase dikir; “Dema dikeniya, gul vedibûn di rûyê wê yê gulnarîn de”. Lê Barîn xwedî kenek wiha bû ku gul jî jê dihesidîn. Çavên wê hingivîn bûn… Di baharê de şîn, di payîzê de jî xumarîn bûn. Meyzandinên wê bi ahenga biharê re ahengeke pir bedew ava dikir. Di meyzandinên wê de cih ji kîn, qehr û pîrektiya ku kapîtalîzmê avakirî nîn bû. Dema aciz jî dibû toveke hezkirinê vedişart û ew tova wê ya hezkirinê her roja diçû şîn dibû. Ji xwe nedizanîbû aciz jî bibe. Barîn’bûn hêvî veguherandina coş û kelecanê bû, kelecan jî veguherandina şoreşê bû. Hezkirina wê afrîneriya jiyaneke nû bû. Mecnûneke aşiqî welatê xwe bû. Şer û tekoşîna wê di helbestan de, di stranan de jiyan didît. Jiyana wê jî di awaz û melodiyan de wate qezenc dikir. Dengê wê dibû bayekî hênik û bangî xwezayê dikir. Ev bayê hênik carnan ruhê mirovan hestiyar dikir û heya kûrahiya dilan dihat hîs kirin. Heger muzîk dermanê ruhe, hêza herî mezin a ku mûzîkê têr dike, tevlêbûna dengekî xweşe. Efsûniyeke dengê wê hebû ku ruh dida mûzîkê. Ango notayên vê mûzîkê bêrîkirinên wê danîn ziman.

Dikarim bêjim ku bi zeman re di nava pêşbaziyê de bû. Her di nava bezdandinekê de bû, her hewl dida bighêje hin cihan. Ji bo mirovan zeman diyardeyeke ku hêjî nehatiye fam kirine. Lê ji bo Barîn zeman pêşbaziyek bû û diviyabû azadî di vê pêşbaziyê de bi ser biketa. Ji ber şerê ku dihat meşandin di oxira azadiyê de bû. Te digo qey herdem kêliya xwe ya dawî jiyan dike, ji ber wê hewl dida gelek tiştan di yek kêliyê de pêk bîne, bijî. Lê westandin… dikarim bêjim ku di ferhenga wê de cih jêre nîn bû. Hemû coşa ciwaniyê di dilê xwe de radikir. Bi mereqa zarokeke biçûk jiyan dikir. Birçîbûna wê ya ji fêrbûnê re tenê ji bo zêdetir karibe xurt têbikoşe. Ji bo Serokatî fam bike, her di tûrikê wê de pirsên wê hebûn û li bersivê wan digeriya. Wekî înada ji êrîşên ku bi hezarê sala jin ji hemû zanistan dûr xistiye û damarên wê yên jiyanê zuha kirine ,her dixwest fêr bibe…

Min jineke gerîla ya ku biharê di çavên xwe de dihewîne nas kir… gerîlayeke ku di rojeke payîzî de em hiştin û çû. Vaye niha jî navê te jiyanê dide, dibe mizgîniya bihareke nû. Barîna ken xweşik a ku hêvî belavî derdorê xwe dikir… Ronahiya di çavên te de tekoşîna me ronî dike û vaye zarokên nû bi navên te tên bibîranîn. Niha şervanên çiyayê Cîlo yê asê di stranên xwe de te dibêjin, te bibîrtînin. Kî dizane, dibe ku ji hesreta dengê te lorînan dibarînin?... Niha Cîlo bîra kenê te dike. Kenê di çavên te yên xumarîn de veşartî.

Wekî înada ji hemû deman re hê jî nêrgizên çiyayê Cîlo piştî helandina her keviyeke berfê li benda te dimînin. Dibe ku dizanin ka tu çiqas evîndara wan bûyî û dibe ku bendemayîna wan jî ji ber vê be. Ji bo karibin bêhna xwe bighînin te berbi deriyê Kerwanan ve bejna xwe li ber bayê bahara hênik dihejînin. Dizanin ku tu ji wir de li wan tamaşe dikî…

Zagrosan jineke rûliken, çav xumarîn û bêhn nêrgizî naskir. Vaye niha jî bêriya vê jina bedew dike. bêriya stranên wê dike, bêriya kenê wê dike…

Kategori: Lehengên Jin